Bi girseyî serdana şîna Bêrîtan Amed hat kirin 2025-09-04 16:00:56   AMED - Şîna ku ji bo Bêrîtan Amed li Xana Axparê hatiye danîn, ji aliyê girseyek mezin ve hate ziyaretkirin.   Partiya Rizgariya Jinên Kurdistanê (PAJK) eşkere kiribû ku Bêrîtan Amed (Semra Duva) ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Şîn li taxa gundewarî ya Muserikê a li Xana Axparê hate danîn. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî çûn şînê. Serdana şînê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) hate birêvebirin.   Girseya ku nêzîkî 300 kîlometre dûrî qada şînê kom bû, wêneyê Bêrîtan Amed hilgirt û bi dirûşmeyên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne","şehîd namire" meşiya.   Rêzgirtin û peyam   Li navenda şînê, di kesayetiya Bêrîtan Amed de, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.   Şîn wê sibehê di roja sêyem de bi dawî bibe.