Li Amedê Parka Ekolojîk tê çêkirin 2025-09-06 11:16:47   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi projeya "Naturapark" re, li bajêr qadeke hêşîn a 300 hezar metrekareyî ava dike ku dê bibe parka ekolojîk a herî mezin.   Midûriyeta Park û Baxçeyan, ji bo çanda jiyana ekolojîk a domdar pêk bîne, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, li ser qadeke 300 hezar metrekareyî ya li ser xaçerêya Bulvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan û Bulvara Firatê ya li navçeya Kayapinarê (li hemberî Stadyuma Amedê), xebatên avakirina parka herî mezin a bajêr dê di demeke nêzîk de dest pê bikin.   Proje bi parastina darên heyî tê avakirin   Midûriyetê diyar kir ku ew ê di dema avakirina Naturaparkê de darên ku berê li ser qadê hatine çandin biparêzin. Her wiha dê nebatên nû jî li qadê bên çandin.   Rêyên bisîklet û meşê yên nû   Di projeya nû de, ji bo teşwîqkirina jiyana tendurist, Şaredariya Bajarê Mezin dê rêyên bisîkletan, rêyên meşê û li xalên cihê yên van rêyan jî alavên fitnessê cî bi cî bike.   Qada lîstikê ya bêasteng   Di Naturaparkê de, Midûriyeta Park û Baxçeyan dê ji bo zarokên astengdar qadên lîstikê yên bêasteng ava bike. Ji bilî komên lîstikê yên klasîk, dê li hin beşên qada hêşîn jî parkura "survivor" were danîn.   Golên biyolojîk dê di nav parkê de hebin   Şaredarî, bi hesibandina ku xerckirina enerjiyê ya zêde zirarê dide xwezayê, dê li şûna hewzên klasîk, di projeya nû de cih bide golên biyolojîk. Bi vê yekê dê xerckirina enerjiyê bi awayekî girîng kêm bibe.   Midûriyeta Park û Baxçeyan, di vê parka nû de, her wiha dê cih bide qadên rûniştinê, qadên çalakiyên azad, WC (jin û mêr), mizgeft û rêyên meşê jî.