‘Perwerdehiya bi yek zimanî ne li gorî pedagojiya xwendekaran e’ 2025-09-08 09:02:29   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Hevseroka Şaxa Hejmara 2'yem a Egîtîm Sen a Amedê Duygu Ozbay der barê sala perwerdehiya nû ya 2025-2026’an ku destpê dike û bikaranîna yek zimanî de axivî û got bi perwerdehiya yek zimanî re bi zarokan re pirsgirêkên pedagojîk tên jiyîn û got divê mafê perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn.   Sala nû ya perwerdehiyê ya 2025-2026’an bi gelek pirsgirêkan dest pê dike û yek ji van pirsgirêkan jî ya zimanê dayikê ye. Ji ber bi zimanê dayikê perwerde nayê dayîn bi zarokan re gelek pirsgirêkên pedagojîk dertên holê.   Hevseroka Şaxa Hejmara 2'yem a Egîtîm Senê ya Amedê Duygu Ozbay der barê vebûna dibistanan û bikaranîna yek zimanî de nirxandin kir.   ‘Bi hezaran zarok di rewşek bê derfet de dest pê dikin’   Duygu Ozbay daxuyakirin ku ji ber bi zimanê dayikê perwerde nayê dayîn bandorek neyînî li ser serkeftina zarokan dibe û wiha got: “Sala nû destpê dike. Lê li Tirkiyeyê bi sedhezaran belkî jî bi mîlyonan zarok di rewşeke bê derfet de dest bi perwerdeyê dikin. Ev zarok di pergala perwedehiyê de bi zimanekî din perwerdeyê digirin. Bêguman gelek aliyên vê yên neyînî heye. Ji xwe ne li gorî pedagojiya zarokan e. Ji ber vê jî zarok xwe ewle hîs nakin. Xwe aydê wir hîs nakin. Ev jî bandorê li serkeftinê dike. Bi taybet jî dema encamên ezmûnan aşkera dibin zarokên vê herêmê di rêza herî dawî de cih digirin.”   ‘Tirkiye di polîtîka yek zimanî de israr dike’   Duygu Ozbay destnîşan kir ku li Tirkiyeyê perwerdehî wek alavek îdeolojîk tê bikaranîn û wiha daxuyand: “Li cîhanê 7 hezar zimanên tên axaftin hene. Lê 200 netew-dewlet hene. Mixabin ew jî polîtîkaya yek zimanî bikar tînin. Bêguman hinek mafê ziman didin nasîn. Feraseta pir zimanî esas digirin. Lê Tirkiye mixabin di polîtîkayeke yek zimanî de israr dike. Divê ev nêrîn biguhere. Niha li welat pêvajoya aştiyê tê axaftin divê ev li ber çavan bê girtin. Li gelek welatên pêşketî mirov bi zimanê xwe, xwe bi rehetî îfade dikin û bi kar tînin. Ji ber vê jî em dibêjin ku zimanê dayikê li cihekî ku aştiyê xurt dike ye.”   ‘Yek ji rêbazên ziman zindî dihêle perwerde ye’   Duygu Ozbay bi lêv kir ku heta ku zimanê dayikê di qada perwerde û cemaweriyê de neyê bikaranîn bi xetereya tûnebûnê re rû bi rû ye û ev nirxandin kir: “Dema em dibêjin perwerdeya bi zimanê dayikê em tenê ji bo zarokên Kurd naxwazin. Divê mafê hemû zarokên ku zimanê wan ne Tirkî ye bê dayîn. Ziman di qada cemaweriyê de neyê bikaranîn tune dibe. Yek ji rêbazên ziman zindî dihêle perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Divê zimanê Kurdî bi sererastkirinên qanûnî bikeve bin ewlehiyê û bibe zimanê fermî.”   ‘Xwendekar bi modela perwerdehiya ‘yekparêz’ mezin dibin’   Duygu Ozbay di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Xwendekar bi pergaleke perwerdehiyê ya xwedî feraseta yekparêz, yek ziman û yek ol bawerî de mezin dibin. Ji ber vê jî rexneya me li hember yekparêziye ye. Xwendekar bi modela perwerdehiya yekparêz mezin dibin. Zarok mexdûr dibin.”   ‘Zimanê dayikê aştiyê mezin dike’   Dugyu Ozbay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pergala perwerdehiyê divê li ser newekheviyê neyê afirandin. Lê em dibînin ku newekhevî tê afirandin. Aliyên ku tehemula wan li hember cudahiyan tuneye tê gîhandin. Daxwaza me ev e ku hemû bawerî bi zimanê xwe pewerdehiyê bibînin. Zimanek ji zimanê din ne mezintir e. Zimanê dayikê di nokteye ku aştiyê bilind dike de ye jî.”