Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ji bo festîvalê banga tevlîbûnê 2025-09-09 12:53:51   NAVENDA NÛÇEYAN - DAKB ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33'yemîn ku wê 13'ê Îlonê pêk were, banga tevlîbûnê kir.   Jinên ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33'yemîn ku wê 13'ê Îlonê pêk were, banga tevlîbûnê kirin.   Bi navê yekîtiyê Berdevka DAKB'ê Songul Morsumbul daxuyanî da û bang li jinên Elewî hemûyan û civaka Elewî kir ku beşdarî festîvalê bibin û têkoşîna çandî, siyasî, civakî û piştevaniyê xurt bikin.   Songul Morsumbul got, "Di vê demê de ku cîhan bûye qada şer, ji bo aştiyê çek hatin şewitandin. Azadiya jinan, demokrasiya civakî û aştî daxwazên bingehîn ên jinan e ku dest jê nayê berdan. Lewma ji bo bilêvkirina daxwazên çandî, civakî û siyasî yên Kurdan di 13'ê Îlonê de li Dortmundê Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33'emîn tê lidarxistin."   Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna festîvalê bang hate kirin û hate gotin, "Em bang li civaka Elewî û jinên Elewî yên li Ewropayê dikin ku di festîvalê de piştevanî û têkoşîna siyasî, civakî û çandî bilind bikin. Jin, Jiyan, Azadî."