Kampanya ‘ji bo aştiyê îmze’ 2025-09-18 17:54:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Dêrsîm, Xarpêt û Çewlîgê kampanya ‘ji bo aştiyê îmze’ da detspêkirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de,  li Dêrsîm, Xarpêt û Çewlîgê kampanya ‘ji bo aştiyê îmze’ da detspêkirin.   Dêrsim    DEM Partî ya Dêrsîmê li Qada Seyîd Riza standa ‘ji bo aştiyê îmze’ vekir. Welatiyan çarçoveya kampanyayê de îmze avêtin û piştgirî dan kampanyayê. Stand wê seranserê meha îlonê saet navbera 13.00-18.00’an de vekirî be.   Xarpêt    DEM Partî ya Xarpêtê li Garaza Xozatê standa ‘ji bo aştiyê îmze’ vekir û welatiyan bi îmzeyan piştgirî da kampanyayê. Stand wê seranserê meha îlonê rojên pêncşem-în-şemiyê navbera 12.00-17.00’an de vekirîbe.   Çêwlîg    DEM Partî ya Çewlîgê jî li avahiya DEM Partiyê stand vekir. Welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan û saetekê de 300 îmze hatin komkirin. Stand wê navbrea 12.00- 18.00’an de  vekirî be û heta meha cotmehê wê bidome.