Bertek nîşanî biryarê dan: Divê Abdullah Ocalan azad bibe 2025-09-19 09:27:04     AMED - Derbarê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn de, jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku divê "mafê hêviyê" di zûtirîn dem de were bicîhanîn, divê Abdullah Ocalan azad bibe.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), biryara xwe ya navberê ya têkildarî dosyaya “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, da. Komîteyê, di biryara xwe ya piştî Civîna Mafên Mirovan a di navbera 15-17’ê Îlonê de diyar kir ku ji bo biryarên di dosyaya “Koma Gurban” de bilez bên cîbicîkirin, di çarçoveya plana çalakiyê ya nû de ku derfeta mekanîzmaya lêkolînkirina cezayên hefsê yên muebbeda girankirî dide, hewceye guhertinên yasayî bên kirin. Komîteyê destnîşan kir ku divê Tirkiye tenê bi vê bisînor nemîne û Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin jî ji bo cîbicîkirina van sererastkirinên yasayî bi kar bîne. Di biryarê de her wiha pêşniyar hate kirin ku pêşniyarqanûnên beriya niha di vê mijarê de pêşkeşî parlamentoyê hatine kirin jî bên qebûlkirin.    Komîteyê, di biryara xwe de destnîşan kir ku hewceye mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî yên derfetê didin ku piştî 25 salan cezayê muebbeda girankirî bên lêkolînkirin jî, hebin. Bi domdarî di biryara komîteyê de hate diyarkirin ku Tirkiyeyê tevdîrên pêwîst û tevdîrên yasayî yên di asta tên xwestin de negirtiye û ev jî cihê xemgîniyê ye. Komîteyê, bang li rayedaran kir ku bêyî ku bêhtir vehêlin, tavilê tevdîrên    Derbarê biryara ku hatî dayîn de jinên li Amedê dijîn nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman.   'Em azadiya Rêberê xwe dixwazin'   Nafiye Yîgît, bertek nîşanî biryarê da û got: "Em ji civîna ku sê rojan li Konseya Ewropayê li ser mafê hêviyê hat lidarxistin bi hêvî bûn. Me got ku dê çareseriyek ji bo aştiyê hebe. Her wiha me hêvî dikir ku Rêberê me di demek nêzîk de azad bibe. Em dixwazin girtiyên me û Rêberê me azad bibe. Em vê biryara derbarê mafê hêviyê de bi tevahî qebûl nakin; em wan şermezar dikin. Em hêvî dikin ku ew vê biryarê ji nû ve binirxînin. Em benda dirêj a heta Hezîranê qebûl nakin. Ev banga min ji her kesî re ye: divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe û vê biryara li dijî mafê hêviyê hatiye dayîn şermezar bike."   'Bila derbarê kurdan de êdî biryaran nedin!'   Nezahat Teke,  biryara ku ji hêla Konseya Ewropayê ve hatî dayîn nayê qebûlkirin û wiha bi lêv kir: "Wek dayikekê, ez biryara Konseya Ewropayê şermezar dikim. Ji destpêkê ve, destên qirêj ên Ewropayê bi xwîna Kurdan hatibûn nixumandin, li ser navê Kurdan biryaran didin. Ew Ewropa bû ku Kurdan xist lîsteya terorîstan. Divê Gelê Kurd li dijî vê biryarê derkeve. Ger Rêberê Gelê Kurd pêvajoya aştiyê di nav çar dîwaran de da destpêkirin û didomîne, ew vê yekê ji bo gelê xwe dike û dibêje, 'Ez naxwazim azad bim; bes e ku gelê min azad be' Divê Gelê Kurd dev ji vê mijarê bernede û divê nerazîbûna xwe ya li hember biryara Konseya Ewropayê nîşan bide. Bi hezaran welatiyên me koçî Ewropayê kirine û bi salan e di kampan de bêbextî dijîn. Yekîtiya Ewropayê ne xema me ye ku em bimirin an şer bikin. Em bang li dewleta Tirkiyeyê dikin; em çûn komîsyona ku îro hatiye avakirin û gotin ku em ji bo dayikên Tirk û Kurd aştiyê dixwazin. Em ne hewceyî Yekîtiya Ewropayê ne; em xwe bi xwe xwedî derdikevin. Hîn jî demek dirêj heya Hezîranê heye. Divê ew êdî ji bo Kurdan biryaran nedin."   'Ez Ewropayê şermezar dikim'   Hanîfe Akpolat bertekên xwe ya li hemberî biryarê wiha anî ziman: "Ez bi silavkirina Birêz Ocalan dest bi gotinên xwe dikim. Ji ber ku Serok Ocalan xeta sor a zarokên me ye. Me fikirî ku dibe ku ev mafê hêviyê mifteyek be, deriyên girtîgehan veke û ji bo gerîla çareseriyek peyda bike. Ew bi berdewamî bi Rêber re dicivin û gelek tiştan jê fêr dibin. Çima ew gav navêjin? Zimanê me, nasnameya me, hebûna me bi xwe. Bêyî van çawa aştî dikare hebe? Me aştî dixwest û me dixwest ku mafê hêviyê mifteyek ji bo vê yekê be. Em Ewropayê şermezar dikin."   'Çima ewqas dirêj kir?'   Emîne Denîz jî wek jinên din berket nîşanî biryara Konseya Ewropayê da û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Pêşî ez vê biryarê şermezar dikim. Kes qebûl nake. Çima ev kir? Werin em fêm bikin çima. Çima ewqas dirêj kir? Em vê biryarê qebûl nakin. Heta niha, me behsa pêvajoyekê dikir, em hêvîdar bûn. Piştre, wan behsa mafê hêviyê kir û em hêvîdar bûn, difikirîn ku dibe ku tiştek were kirin. Em her kesê ku di vê biryarê de beşdar e şermezar dikin. Ez bang li dewleta Tirkiyeyê dikim: em di bin heman banî de dijîn. Ji ber vê yekê, divê ew mafê hêviyê bicîh bînin. Me ji destpêka pêvajoyê ve her gav avêtiye, û ew jî hewce ne ku heman tiştî bikin. Ger ew dibêjin ku aştî dê pêk were, çima me hîn tu pêşveçûn nedîtiye? Em roja dawî ya ku ji bo Hezîranê hatiye destnîşankirin qebûl nakin. Divê mafê hêviyê di zûtirîn dem de were bicîh kirin. Wan hîn zimanê me jî qebûl nekiriye; ev nayê fêmkirin."