Li rojnameger Şehrîban Aslan tehdîda mirinê 2025-09-19 17:37:34   AMED - Nûçegîhana me Şehrîban Aslan ku nûçeya ‘Malbata ku zaroka wan hat revandin: Ewlehiya canê me tuneye’ çêkir, ji aliyê gumanbarê ku zarok revand ve bi mirinê hat tehdîdkirin. Şehrîban Aslan der barê mijarê de serlêdana sûc kir.   Di 20’ê Hezîranê de nûçegîhana me Şehrîban Aslan nûçeya bi ser navê ‘Malbata ku zaroka wan hat revandin: Ewlehiya canê me tuneye’ çêkir. Nûçegîhana me Şehrîban Asla ji aliyê gumanbar Zulfî Şakar ku zarok revandibû ve bi mirinê hat tehdîdkirin. Gumanbar Zulfî Şakar, li ser çapemeniya civakî wÊneyên Şehrîban Aslan parve kir û tehdîd û heqeret kir.   Piştî tehdîdên hatin kirin Şehrîban Aslan, parêzerê wê Resul Temur der barê gumanbar Zulfî Şakar de serlêdana sûc kirin.