Konfransa Hevgirtina Jinan: Tu destûr û aştî bê hebûna jinan nayê qebûlkirin 2025-09-20 14:53:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Beşdarên konferansa Hevgirtina Jinan tekez kirin ku têkoşîna jinên Sûriyeyê ji bo bidestxistina mafên xwe û avakirina paşerojek demokratîk û nenavendî berdewam dike ku tê de jin di biryardan û pêşkeftinê de şirîkên biryardanê ne.   Konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê di Sûriyeyek yekgirtî û nenavendî de ye" li bajarê Hesekê ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve vê sibehê dest pê kir. Konfrans bi beşdariya mezin a jinan û bi ezmûnên jinan çalakiyên xwe berdewam dike.   Di konfransê de gelek axaftin ji aliyê nûnerên jinan ve hatin dayîn.   Parastina ax û rûmetê   Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo wiha got: “Ev civîna dîrokî di kêliyek girîng de tê di demek ku jinên Sûriyeyê bi binpêkirinên sîstematîk, kuştin û dûrketina ji civakê re rûbirû ne. Jin pêşeroja Sûriyeyê ji êş û berxwedana xwe ber bi edaleta zayendî ve ava dikin. Hilweşîna rêjîma Baas ne bidawîbûna zilmê bû, niha cîhadîstên HTŞ'ê wê rêjîmê didomînin û di komkujiyên li perav û Suweydayê de vê yekê îspat dike. Ezmûnên Kongra Star wek însiyatîfek ji bo azadiya jinan e. Ev însiyatîf veguheriye şoreşek rastîn a jinan, ku ji hêla felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ve îlham girtiye. Di vê şoreşê de Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê îspat kir ku jin ne tenê mexdûr in ew di xeta yekem de parastina ax û rûmeta xwe dikin."   Têkoşîna jinan a hevpar   Rîhan Loqa da zanîn ku divê pêşeroja Sûriyeyê li ser bingeha sîstemek demokratîk, nenavendî û pirrengî bê avakirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê Sûriye ser bingeha îradeya gelan bê avakirin û jin di pêvajoya siyasî de hevkar bin. Tu destûr bê hebûna jinan nayê qebûlkirin û tu aştî bê beşdariya jinan pêk nayê. Divê jin di warê lêpirsînan de cih bigrin û ji kujerên xwe hesab bixwazin wek Ebû Emşat û Hatim Şeqra ve. Dê konfransek Neteweyî ya berfireh ji bo jinên Sûriyeyê bê lidarxistin ku tê de hevgirtin û têkoşîna jinan ên hevpar ji bo Sûriyeyek nenavendî û demokratîk, bê xurtkirin."   Sûriyeyek demokratîk û azad   Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El-Elî jî axivî û got ku ev civîn ne tenê bûyerek rêxistinî ye, lê kêliyek girîng di dîroka jinên Sûriyeyê de ye ku tê de vîzyon û xwestek ji bo avakirina Sûriyeyek nû, ku bi îradeya jinan hatiye şekilkirin û li ser xirbeyên êş û berxwedanê hatiye avakirin, li hev dicivin. Jinên Reqa, Tebqa û Dêrazorê tevî êşên ku jiyîn e berpirsyariyên dîrokî hildigrin. Divê gelê Sûriyeyê di vê pêvajoya hesas de dîroka xwe bi destên xwe binivsînin. Ezmûnên Rêveberiya Xweser îspat kir ku pêşxistina jin silogan nîn e, ew di avakirina civakek demokratîk de gelek girîng e û divê her jinek Sûriyeyî vê mafê bidest bixe. Bila zagon bên serarastkirin û piştevanî ji rêxistinên ku jinan bihêz dike re bê dayîn. Bang li hemû jinên Sûriyeyê dikin ku 'Em ne mexdûr in, em pêşeng û afirîner in. Bi îradeya xwe em ê Sûriyeyek demokratîk û azad ava bikin'."   Pêvajoya rizgariya neteweyî    Bi navê Yekîtiya Jinên Suryan, Horo Sîlva El-Esya jî wiha di konfransê de axivî: "Têkoşîna jinên Suryan beşek yekgirtî ya pêvajoya rizgariya neteweyî û civakî li Sûriyeyê bû. Ew bi hewldanên sîstematîk ên dûrxistin û paşguhkirinê re rûbirû mane, taybet di demên rêjîmên otorîtar ên ku biryardana siyasî xistine bin kontrola xwe û sînordarkirin li ser azadiyan, di nav de azadiya jinan jî, ferz kirine. Îradeya jinên Sûriyeyê ji zilmê bihêztir bû. Ew rabûn ser piyan da ku pêşerojek demokratîk û nenavendî ava bikin ku edaleta civakî garantî bike û cihêrengiya pêkhateyên çandî û siyasî nas bike. Têgeha edaleta civakî li ser bingeha wekhevî û dadperweriyê di belavkirina maf, derfet û çavkaniyan de di navbera hemû endamên civakê de ye."   Her wiha di konferansê de ji aliyê Kongra Star ve sinivizyonek li ser şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pêşkêşkirin. Çalakiyên konferansê didomin.