Li Laziqiyê komxebata têkildarê aştiyê 2025-09-22 13:34:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi înîsiyatîfa Meclîsa Jinên Sûriyeyê li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê bi boneya Roja Aştiya Navnetewî ya Cîhanê komxebatek bi navê "Jin ji bo Aştiyê" pêk hat.   Bi boneya Roja Aîtiya Navneteweyî ya Cîhanê ku di 21'ê Îlonê de tê pîroz kirin, Meclîsa Jinên Sûriyeyê li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê komxebatek bi navê ”Jin ji bo Aştiyê” bi hevkariya 8 komeleyên pêşeng ên li bajêr dixebitin re, organîze kir.     Armanca komxebatê ew bû ku rola navendî ya jinan a di avakirina aştiya li Sûriyeyê de nîşan bide û cihê wan wek rêber û pêşeng di avakirina civakî de xurt bike. Vê çalakiyê peyamek berxwedan û hevgirtinê ya li dijî binpêkirin û pratîkên hovane yên ku ji hêla cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li herêma peravê têne kirin, da.   Dr. Seher Cabbur ku Berpirsa Têkiliyên Ofîsa Laziqiyê ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê ye, di komxebatê de axivî. Dr. Seher Cabbur diyar kir ku aştî ne tenê nebûna şer e, ji nûve avakirina domdar a civakê ye jî û jinan wek ‘endezyarên sereke’ yên di vê pêvajoyê de bi nav kir. Dr. Seher destnîşan kir ku ew bi saya mîsyona xwe ya civakî, berxwedan û zelaliya hestyarî vê rolê digirin ser xwe û wiha got: “Li pişt her aştiyeke mayînde jinek heye: dayîkek ku toleransê hîn dike, rêberek ku edaletê belav dike, afirînerek ku agirê pevçûnê vedimirîne. Jin ne tenê sembolên aştiyê ne; ew afirînerên wê yên rastîn in jî. Ji dayîktiyê bigre heya serokatiya civakî, di avakirina aştiyê de pêşeng in. Aştiya me ne qelsiyek e, hêzek bêdeng e ku cîhanê sererast dike.”   Dr. Seher Cabbur anî ziman ku dilê jinê tovên aştiyê hildigre; evîn, şehrezayî û comerdiya wê ya bêdawî ji mala wê ber bi civaka wê û li seranserê cîhanê belav dibe. Dr. Seher bang li jinan kir û got: “Aştiya cîhanê bi aştiya jinan dest pê dike. Çîroka aştiyê pir caran bi dengekî yekane tê vegotin, lê di rastiyê de, ew senfoniyek kolektîf e. Jin rêberên jêhatî ne di navenda vê senfoniyê de, stranên lihevhatinê çêdikin û pirên diyalogê li ser xirbeyên pevçûnê ava dikin. Ji bo ku ev melodî bihêztir werin bihîstin, piştgiriya her kesên li dora me hewce ye û divê mêr wekî hevkarên aştiyê tevlî jinan bibin. Rola mêran di vî warî de ne tenê piştgiriyek hêja ye, di heman demê de berpirsyariyek ehlaqî û stratejîk e ji bo civatek ewletir û aramtir.”   Mamosteya pêşkeftina mirovan û xebata dilxwazî û mirovî, Zehra Namura ku niha jî li Meclîsa Jinên Sûriyeyê dixebite, armancên komxebatê rave kir. Zehra diyar kir armanc ew bû ku rola jinan di çêkirina aştiyê de were ronîkirin û hewcedariyên beşdaran ji bo ku bibin rêber di vî warî de, werin famkirin.   Endezyar Fedwa Eid ku li ser navê Komeleya Ratuş beşdar bûye jî got: “Ez bi dil û can bawer dikim ku jin li her derê aştîxwaz in û ji ber bandora xwe ya li ser civakê, rolek ji mêran mezintir dilîzin. Bi rastî jî jin ew kes in ku şopa xwe dihêlin.”   Komxebat gaveke girîng bû ji bo xurtkirina hebûna jinan a di pêvajoyên aştiyê de û hêzdarkirina wan a di van waran de. Beşdaran destnîşan kirin ku pergaleke demokratîk tenê bi parastina mafên hemû pêkhateyên civakî dikare were damezrandin. Ji komxebatê ev raman derket holê: Avakirina pêşerojê bi dengê jinan dest pê dike; bi hêza wan gengaz e ku dijwariyan veguherînin derfetan û civakê veguherînin.