Xizmên Windayan li 5 bajaran aqûbeta xizmên xwe pirsîn 2025-12-13 15:12:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li pênc bajaran çalakî li dar xistin û li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.    Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê hatin cem hev û li aqûbeta windayan pirsîn, daxwaza darizandina kiryaran kirin.    Amed   Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 879'emîn de çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Atîlla Korkmaz hate pirsîn.   Ewil rêveberî Odeya Bijîşkan a Amedê Muhammet Cam axivî û diyar kir ku ev çend hefteye li vir xizmên windayan li aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Mehmet Cam anî ziman ku îro behsa aştiyê tê kirin lê divê di serî de aştî bê vê qadê.   Paşê Rêvebera ÎHDa Amedê Berfîn Elçî axivî û diyar kir ku Atîlla Korkmaz dema hat windakirin 27 salî bû û li Amedê dijiya û got: “Li navçeya Rezanê ya Amedê marketekê Atîlla Korkmaz hebû. Di 8'ê Kanûna 1996'an de dema li marketê bû 3 polîsên sivîl hatin û gotin îfada te heye. Paşê Atîlla Korkmaz li wesayita bi plakeya 21 SV 545 siwar kirin û li gel xwe birin. Piştî ve bûyerê tu agahî ji Atîlla Korkmaz nehat girtin. Li gorî çavkaniyan di heman rojê de dema Atîlla diçû bankayê kesên sivîl wî dişopandin. Piştî hatiye marketê jî hatiye binçavkirin.”   Berfîn Elçî destnîşan kir ku hevsera Atîlla Korkmaz, Rasîme Korkmaz û bavê wî Necmettîn Korkmaz li serî dadgeh û dozgeriyê daye lê tu encam negirtiye û wiha axivî: “Di 2'yê Çileya 1997'an de Midûrê Emniyeta Amedê lli malbata Korkmaz digere û dibêje li Semsûrê 2 cenaze hatine dîtin û li gorên bêkesan hatine veşartin. Mamê Atîlla Korkmaz, Azmî Korkmaz diçe cenazeyê Atîlla Korkmaz teşhîs dike. Kesên ku li gel Atîlla Korkmaz hatibû dîtin jî Mahmut Onerari yê ku ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û windakirin. Di vir de jî derdikeve holê ku Atîlla Korkmaz û Mahmut Onerari piştî hatine binçavkirin, hatine înfazkirin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.     Êlih   Şaxa ÎHD a Êlihê û xizmên windayan di hefteya 715'emîn a çalakiyên xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Çalakiya vê hefteyê li ser berpirsên kuştina Taybet Înan sekinî ku di roja 5'emîn a qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû îlankirin de hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû.   Çîroka Taybet Înanê ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Huseyîn Elçî ve hate xwendin. Elçî çîrokê bi devê kurê Taybet Înanê, Mehmet Înan vegot. Çîrok wiha ye: "Dema ku dêya min cara yekem hat gulebarankirin, wan agahî da me û em ber bi wir ve çûn. Berî ku em bigihîjin, apê min hewl da ku biçe, lê wan ew jî gulebaran kir. Dema ku ez gihîştim wir, cîran apê min hildigirtin. Min got, 'Dêya min,' û wan got, 'Ew li kolanê maye.' Min xwest biçim, lê nehiştin. Ez giriyam û giriyam û giriyam. 'Dêya min li nîvê kolanê ma, tenê wisa. Di destpêkê de, ew hinekî tevgeriya, paşê bi derbasbûna demjimêran, tevgerên wê kêm bûn. Me gazî her kesî kir; parlamenter, qeymeqam, walî... Me got, 'Ji kerema xwe van qijikan dûr bixin, ew miriye, lê bila em cenazeyê wê bibin.' Dêya min çi hîs kir? Dilê wê pir êşiya. Me qet bilêv nekir ku hez çi ye, lê hembêzkirineke wê hebû, berberî cîhanê bû; bi hezaran gotin nikarin wê hezê vebêjin. Dayika min tam heft rojan li kolanê ma. Kes ji me nikaribû razê, ji tirsa ku kûçik bên an çûk li ser wê deynin. Ew li wir ma, em 150 metre dûrî wê dimirin… Heft rojên dirêj, heft şevên bêdawî di sermaya zivistanê ya dijwar de. Tiştê herî bi êş ew e ku meriv nizane çend demjimêran birîndar maye. Xwezî ew tavilê bimira. We dêya min kuşt."   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Riha   Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ber Navenda Kirrûbirrê ya Novada Parkê bi boneya hefteya 63'yemîn a çalakiyên xwe yên bi dirûşmeya "Bil winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla rêveberê ÎHD'ê Enes Milli ve hat xwendin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser Ahmet Kalper sekinî ku di 7'ê Kanûna 1993'yan de ji nanpêjxaneya xwe ya li Sêweregê ya lê dixebitî bi zorê hatibû revandin.   Millî destnîşan kir ku Mustafa Kalper, birayê Ahmet, daxwazname ji gelek saziyan re nivîsandiye lê bersivek negirtiye û got: "Hefteyek şûnde, ji bo nasnameyê cenazeyek ku di bin pirekê de hatibû dîtin nîşanî me dan. Bê guman, nasname pir dijwar bû; cenaze nedihat naskirin û ew ne Ahmet bû. Çarenûsa Ahmet hîn jî ne diyar e, hîn jî tê veşartin. Di wê heyamê de, li Sêwreg, Curnê Reş, Wêranşar û Serêkaniyê mirov bi awayekî sîstematîk hatin revandin û kuştin; sûcdar hatin parastin. Ahmet jî qurbanê vê polîtîkayê bû."   Colemêrg   Şaxa ÎHD ya Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 205'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa "Bil winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan daxwaza hesabpirsîna ji kiryarên kuştina Mehmet Reşît û Veysel Îşbilir kirin ku di 6'ê Kanûna 2013'an de hatin kuştin.   Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Ozan Akbaş ku daxuyanî xwend, got: "Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ku li Geverê dijiyan, çûn karên xwe yên asayî, karê metal û tamîrkirina wesayîtan. Daxuyaniya çapemeniyê hatibû plankirin ji ber ku nûçeya ku goristanên li navenda bajêr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû texrîbkirin, niştecihên bajêr aciz kiribû.   Derdorê saet 3'yê piştî nîvro, ap û birazê ku nû karê xwe qedandibûn, ji bo beşdarbûna civîna çapemeniyê derketin rê. Di 6'ê Kanûna 2013'an de, di dema civîna çapemeniyê de ku girseyeke mezin lê kom bûbû, polîsan bêyî hişyariyekê bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk mudaxile kir. Di navbera kesên direviyan û polîsan de alozî derket. Di cih de piştî vê yekê, tîmên tevgera taybet ên polîsan bi çekên lûledirêj gule li girseyê reşandin."    Akbaş bi bîr xist ku Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr di encama gulebaranê de bi giranî birîndar bûne û got: "Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ku dema birîndar bûn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, li ser nivînan îşkence li wan hat kirin. Pace û deriyên odeyên dermankirinê yên nexweşxaneyê hatin şikandin û yên ku çûn nexweşxaneyê îşkence li wan hat kirin. Piştre, ap û birazê wan ji ber birînên çekan mirin. Cenazeyên wan ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê ya Dursun Odabaşi. Di rapora otopsiyê ya pêşîn de hat destnîşankirin ku Mehmet Reşît Îşbîlîr ji 6 birînên çekan û Veysel Îşbîlîr jî ji 2 birînên çekan mir. Di lêpirsîna ku hat destpêkirin de, îfadeyên 6 polîsan hat girtin û piştî 6 mehan hatin girtin. Di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye. Çarenûsa Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ên ku hatin kuştin nayê zanîn û berpirsiyar nehatine eşkerekirin."    Îzmîr   Şaxa ÎHD ya Îzmîrê li ber avahiya Sumerbank a Kevn a li Konakê çalakiya xwe ya duhefteyî berdewam kir. Di çalakiyê de ku pankartên bi nivîsên "Winda meseleya wijdanê ne, ji bo wan rabin ser pêyan" û "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" hatin vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Rêvebera Şaxa ÎHD ya Îzmîrê Hatice Erdogan ve hat xwendin.   Hatice Erdoganê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr (44) pirsî ku di 26'ê Kanûna 1997'an de li Amedê ji aliyê kesên çekdar ve li otomobîlekê hat siwarkirin, winda bû.