Ji bo gumanbarê Fadîm Temîrhanogullari qetil kir ji ‘rewşa baş’ daxistina ceza 2025-12-17 18:20:50    NAVENDA NÛÇEYAN- Der barê gumanbar Savaş Temîrhanogullari ku Fadîm  Temîrhanogullari qetil kiribû, ji rewşa baş ceza hat daxistin û ji sûcên tehdîd û heqeretê jî hat beratkirin.   Li Antalyayê di 12’ê îlona 2024’an de Savaş Temîrhanogullari ku Fadîm  Temîrhanogullari qetil kiribû. Doza ku gumanbar Savaş Temîrhanogullari û Fîkret Înal yê alîkarî dabûyê ku gumanbar bireve, hat dîtin.   Dadgehê cezayê muebeta giran li gumanbar birî û ji rewşa baş jî ceza daxist. Dadgehê 19 sal ceza jî li Fîkret Înal birî. Gumanbar Savaş Temîrhanogulllari ji sûcên ‘heqeret’ û ‘tehdîdê’ jî berat kir.