Ji bo mîtînga 10'ê Çileyê bang: Em dibin yek 2025-12-18 14:54:31   ENQERE - Pêkhateyên Mîtînga Jinan, beriya mîtînga xwe ya 10'ê Çileyê ya ji bo maf û azadiya jinan, di daxuyaniyekê de gotin, "Em ji hemû êrîşên li dijî jinan re dibêjin 'êdî bes e'."   Li Enqereyê ji bo "Mîtînga Mezin a Jinan a ji bo Maf, Jiyan û Azadiya Me" de,  a piştî banga hevbeş a 37 rêxistinên jinan dê di 10'ê Çileyê de pêk were, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.   'Ji bo aştî û azadiyê, di 10'ê Çileyê de ber bi Enqerê ve'   Jinan di daxuyaniya xwe de gotin:"Bila ew kesên ku hewl didin me neçar bikin ku em teslîm bibin, ew kesên ku hewl didin daxwaza me ya wekhevî û azadiyê bitepisînin, vê bizanin: Em ê bêdeng nemînin, em ê netirsin, em ê paşve gavê neavêjin ! Di 10'ê Çileyê de; ji bo parastina bawerî, nasnameya xwe û jiyana xwe, em ê li kolanan, mil bi mil, li dijî kesên ku hewl didin mafên me desteser bikin û pêşeroja me tarî bikin, bin! Ji bo wekheviyê! Ji bo azadiyê! Ji bo edaletê! Em bang li hemû jinan dikin ku di 10'ê Çileyê de werin Enqereyê ! "