Gav bi gav xeta aştî û azadiyê 2025-12-22 09:04:36   Rabîa Onver   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Aylîn Karataş da zanîn ku pirsgirêka jinê di navenda hemû pirsgirêkên civakî de ye û got: “Ji bo komujiya civakî ya kastîk ji holê bê rakirin divê têkoşîna piralî bê meşandin. Divê em jin bi îradeya ku ‘divê em yek kêm nebin’ têkoşîna xwe mezin bike.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) ku têkoşîna azadiya jinê esas digire di seranserê 2025’an de li Kurdistan û Tirkiyeyê li gelek bajaran xebat meşand û li dijî serdestiya mêr, polîtîkayên şerê taybet û qirkirina jinê têkoşîn mezin kir. TJA’yê li dijî polîtîkayên tundî, şer, xizaniyê kampanya, panel û gelek xebatên din meşand.   Aktîvîsta TJA’yê Aylîn Karataş der barê sala 2025 û xebatên meşandine de ji ajansa me re axivî.   ‘Sala 2025’an encama têkoşîna 10 salan e’   Aylîn Karataş da zanîn ku sala 2025’an ne tenê salnameyek e, di heman demê de tecrubeya têkoşîn û polîtîkayên şer ên 10 salan dikare bê nirxandin û got: “Di 10 salên dawî de gelek geşedan pêk hatin û li dijî vê têkoşîneke mezin hat jiyîn. Di vî alî de em sala 2025’an wek encama vê têkoşînê dibînin.”   ‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokrasiyê ye’   Aylîn Karataş der barê kampanya û xebatên di 2025’an de meşandine de jî wiha anî ziman: “Serokatiya me di 27’ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk  kir. Ev bang ji bo hemû gelan bû. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wek manîfetoyekê û deklerasyonekê bû. Çima ji bo me girîng e? Ji ber nêzîkatiya pergalê ev demek dirêj li ser polîtîkayên ewlehiyê û pirsgirêka terorê bû. Gelê Kurd, jinên Kurd û dostên Kurdan her tim anî ziman ku pirsgirêka Kurd di encama înkarê de derketiye holê. Di vî alî de mijara me ya esas ev bû ku em bibêjin pirsgirêka Kurd pirsirêka demokrasiyê ye.”   ‘Hêviyeke aştiyê ya civakî hat afirandin’   Aylîn Karataş daxuyakirin ku TJA  têkoşîna azadiya jinê bi têkoşîna aştiya demokratîk re digire dest û wiha bi lêv kir: “Piştî banga 27’ê Sibatê bi taybet bi pêşengiya jinan bi xwedîderketina li pêvajoyê re hêviya aştiyê derket holê. Hêviyeke aştiyê ya civakî afirî. Em ketin pêvajoyeke ku berpirsyariyê bigirin. Me deklerasyona 27’ê Sibatê di hemû çalakiyên xwe de da xuyakirin. Me pêvajoya 8’ê Adarê derbas kir. Belkî jî me yek ji 8’ê Adarê ya herî bi heybet jiya. Me di pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê de di pirsgirêka Kurd de pirsgirêka jinê vegot. Me daxwazên xwe bi vî alî îfade kir. Piştî 8’ê Adarê me di Newreoz, 4’ê Nîsanê, 1’ê Gulanê, 1’ê îlonê de jî mijara demokrasiyê di alî jinan de îfade kir."   Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’  ji bo jinan çi îfade dike   Aylîn Karataş da zanîn ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek bi kok e û wiha vegot: “Aştî tenê bi bêdengkirina çekan dihat qebûlkirin. Me di vî alî de got hewcedariya welat bi destûrek bingehîn a demokratîk heye, hewce bi qanûnên aştiyane û azadixwaz hene. Em rastiya ku jin ji ber nasnameya zayendî tundiyê dibînin re rû bi rûne û ev li Rojhilata Navîn du caran dihat jiyîn. Hem Kurdbûn hem jinbûn ji bo jinan qada têkoşîna esas a tevgera jinên Kurd bû. Jin hem ji ber nasnameya zayendî hem jî ji ber ya Kurdbûnê ya Elewîbûn û Êzidîbûnê du caran tundî didît. Ev manîfesto jî derdixe holê ku ev ne tenê mijarek aştiyê ye. Ji ber navê pêvajoyê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû."     ‘Hewce bi aştiyeke civakî heye’   Aylîn Karataş ev tişt anî ziman: “Em di pêvajoyek piralî de ne. Di vî alî de hewcedariya me bi aştiyeke civakî heye. Ji ber em dizanin ku divê jin pêşengiya vê pêvajoyê bike, em hemû çalakiyên xwe bi vê hişmendiyê dimeşînin. Mîsyona ku TJA tevgereke jinê ye, rê li ber gelek qadên têkoşînê vedike. Tevgera Azadiya Jinê ne tenê ji siyasetê, xwedî qadên rêxistibûna zemînên civakî û têkoşîna li dijî tundiyê ye. Ev jî derfetên pir tecrubeyî û têkoşînê pêşkêş dike. Ji ber vê jî dema me pêvajo peşwazî kir, me sala xwe jî tije derbas kir. Em bi jinên ji îdeolojiyên cuda re hatin gel hev. Di pevajoya aştiya civakî de. Konferansa jinên Kurd gelek bi nirx bû. Piştre jî hema konferansa parlamenterên jinên Kurd pêk hat. Me li Amedê konferans û komxebatek pêk anî. Me perspektîf û nexşerêyeke li dijî teşeyê tundiyê ava kir.”   Komun jiyanek alternatîf e   Aylîn Karataş destnîşan kir ku jinên Kurd tenê bi têkoşînekê bi sînor nemane û yek ji xebata girîng a 2025’an avakirina Însiyatîfa ‘Hewcedariya min bi Aştiyê heye’ bû. Aylîn Karataş ev tişt anî ziman: “TJA xwedî mîsyon bû ku ji avakirina vê însiyatîfê re pêşengiyê bike. Der barê hewcedariya aştiyê de perspektîfek hat avakirin û bi tevgera jinên Tirkiyeyê re biryar hat girtin. Ewil li Stenbolê hat deklerekirin piştre li Îzmîrê û piştre li bajarên din hat deklerekirin. Em bi jinên aliyên cuda re hatin gel hev. Yek ji xebata din jî li gund û taxan bi jinan re nîqaş hatin meşandin. Me der barê jinan de gund bi gund tax bi tax xebat meşandin. Me ji bo avakirina jiyaneke alternatîf nîqaş meşandin. Ji bo avakirina komunên mayînde nêrîn derketin holê. Em komunan wek jiyanek alternatîf pênase dikin. Ji ber vê jî ev xebatek dirêj û stratejîk e. Tevgera azadiya jinê jî ev pêvajo bixwe ye.”   ‘Em tecrube û kêmasiyên xwe nîqaş dikin’   Aylîn Karataş bi lêv kir ku tecrube û kêmasiyên xwe yên di sala 2025’an de jî nîqaş dikin û got: “Em bi nêzîkatiya rexne û xwerexnekirinê, ligel nirxandinên kesî di semînerên kolektîf de nirxandinan dikin. Hema hema her roj sê jin li Tirkiyeyê tên qetilkirin. Em nikarin bêjin em bi ser ketin. Di 2026’an de hedefa me ev e ku em van kêmasiyan temam bikin.”   ‘Sala 2026’an ji bo me girîng e’   Aylîn Karataş di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet bi polîtîkayên şerê taybet jiyana jinan hedef digire û wiha domand: “Ji ber vê jî divê jin di qadên têkoşîna civakî de zêdetir bên dîtin. Em di wê baweriyê de ne pirsgirêk bi civakê re bên çareserkirin. Ji bo vê jî ya esas ev e ku hîn zêdetir jin di qadên rêxistibûnê de cih bigirin û der barê vê de em pêvajoyê didin ber xwe. Sala 2026’an ji bo me qonaxeke girîng e. Di alî çareseriya prisgirêkan de demeke girîng e. Em di hişmendiya mîsyona xwe de ne. Em  dizanin ku yên ji Rojhilata Navîn re pêşengiyê bike jinên Kurd û tevgera azadiya jinê ye. Em bi coş û hêvî  2026’an pêşwazî dikin. Ji ber vê jî em banga tevlibûna azadî û rêxistibûnê li hemû jinan dikin.”