Li ber girtîgehê binpêkirinên mafan hatin protestokirin 2025-12-22 18:48:08   STENBOL - Di daxuyaniya derbarê binpêkirinên mafên mirovan û guhertina hucreyan li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê de, hate diyarkirin k ku mafên bingehîn ên girtiyan hatine binpêkirin û pêvajoya guhertina qawîşan bi awayekî neqanûnî hatiye kirin.   Di 19’ê Kanûnê de, salvegera "Operasyona Vegera Jiyanê", leşkeran li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê ya Stenbolê êrîşî girtiyên siyasî kirin û bi zorê qawîşên wan vala kirin. Hat ragihandin ku rêveberê girtîgehê gef li girtiyan xwariye û gotiye, "Hûn ê mezinbûna dewletê bi vî rengî bibînin; tavilê derkevin an em ê we bi zorê derxin." Piştî vê yekê, li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê, bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran a Marmarayê (MATUHAYDER), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Baroya Stenbolê û Komeleya Mafên Mirovan (İHD), daxuyanî ji çapemenıyê re hat dayîn.   Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla parêzer Eylem Kaplan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê ve hat xwendin.   Eylem Kaplan daxwazên ji bo girtiyan anî ziman û got: "Em ji hemû rayedarên darazê û îdarî dixwazin ku girtîgeh ji bo çavdêriya rêxistinên civaka sivîl werin vekirin, şert û mercên jiyanê yên mirovî ji bo hemû girtiyan werin peyda kirin, hemû  tundûtûjî û pêkanînên keyfî yên li dijî girtiyan bi dawî bibin, gihîştina pêdiviyên bingehîn were misoger kirin û tiştên ku neqanûnî hatine desteserkirin tavilê li girtiyan werin vegerandin."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.