Li Sûdanê 73 Jin û 29 zarokên keç hatin desteserkirin 2025-12-25 15:10:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Bijîşkên ji bo Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) 73 jin û 29 keçên ku bi zorê ji Babanusayê neqil kir, di şert û mercên nemirovane de li El-Mujalleda Rojavayê Kordofanê digre.   Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) di 2’yê Kanûnê de piştî pevçûnên dijwar ên bi artêşa Sûdanê re, kontrola Babanusaya li Dewleta Kordofana Rojava, bi dest xistin. Li bajêr jin û zarok bi zorê hatin desteserkirin û di bin şert û mercên ne mirovî yên pir dijwar de koçberiyek girseyî ya nifûsê çêbûye.   Tora Bijîşkên Serbixwe yên ji bo Sûdanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn 73 jin û 29 keçan li El-Mujalleda Rojavayê Kordofanê digre. Li gorî daxuyaniyê, ev kes piştî dagirkirina Babanusayê bi darê zorê ji Babanusayê hatine derxistin. Torê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi hinceta ku ev xizmên jinên girtî endamên artêşa Sûdanê ne, ew desteser kirine. Torê da zanîn ku jin û zarok bi zorê hatine derxistin û di şert û mercên ne mirovî yên pir xirab de hatine girtin. Torê ragihand ku pêdiviyên bingehîn ên wekî lênihêrîna tenduristiyê, xwarin û piştgiriya psîkolojîk ên van jin û keçan, nayên bicihanîn.   'Rîskên cidî yên tenduristiyê'   Her wiha Torê tekez kir ku girtina jin û zarokan binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî û hemû peymanên ku hedefgirtina sivîlan an bikaranîna wan wekî amûrek tepeserkirinê di pevçûnên çekdarî de qedexe dikin. Torê hişyarî da ku ev pratîk kesên girtî dike xetereyên tenduristiyê yên cidî, bi taybetî jî ji ber nebûna xizmetên bijîşkî û belavbûna nexweşiyan.   'Divê tavilê li malbatên xwe bên vegerandin'   Torê Hêzên Piştgiriya Lezgîn rasterast û bi tevahî berpirsiyarê ewlehiya jin û zarokên dîl girt. Torê daxwaza berdana wan a tavilê û bê şert û merc, vegera wan a ewle bo malbatên wan kir. Torê ji rêxistinên mirovî û bijîşkî xwest ku bi awayek lezgîn, lênêrîna pêwîst peyda bikin.   Wî her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî û herêmî kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, zextê li Hêzên Piştgiriya Lezgîn bikin da ku van binpêkirinan rawestînin û parastina sivîlan, bi taybetî jin û zarokan, mîsoger bikin.