Li Dêrsîmê Cejna Gaxan hat pîrozkirin 2025-12-25 21:32:48   DÊRSIM – Li Pilemorê Cejna Gaxan ya ku sala nû nîşan dide hat pîrozkirin.   Li navçeya Pilemor a Dêrsîmê Cejna Gaxan ya sala nû îfade dike hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên Gaxan di hefteya dawî ya meha Kanûnê de destpê dike û di dema pîrozbahiyan komên Qal û Fatik bi cil û bergên herêmî ligel dev û zirneyan loqmeyan kom dikin.   Koma Qal û Fatik ya li navenda sûka Pilurê bi welatiyan re hatin gel hev, ligel def û zirneyê diyariyên ‘Gaxan’ kom kirin.