Di lêpirsîna HDK’ê de li civaknas Berfîn Azdal cezayê girtîgehê hat birîn 2025-12-26 19:08:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li civaknas Berfîn Azdal ya ji doza HDK’ê dihat darizandin 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.   Di çarçoveya operasyona li hember Kongreya Civaka Demokrtîk (HDK) bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li civaknas Berfîz Azdal ceza hat birîn. Runiştina biryarê li 4’emîn dadgeha ceza giran a Stenbolê hat dîtin.   Heyeta dadgehê bi hinceta axaftinên telefonê yên aydê sala 2013an û tevlibûna bernameyan,  ji sûcê endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza li Berfîn Azdal birî.