Li Başûr peyama 'Ji bo azadiyê mezinkirina têkoşîna yekgirtî' 2025-12-27 09:09:17   Leyla Ayaz   NAVENDA NÛÇEYAN - Sala 2025'an, ji bo jinên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî ji bo jinên li Mexmûr û Şengalê, tevî gef û êrişan bi berxwedanê derbas bû. Ji bo avakirina yekitiya jinên kurd, ji bo azadiyê, ji bo bi destxistina mafan û parastina zarokan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" qadên têkoşînê hatin afirandin.   Li Başûrê Kurdistanê sala 2025’an ji bo jinan tevî gef û êrişan bi berxwedanê derbas bû. Ji destpêka salê heta dawiyê li dijî dagirkerî, talankirin, qirkirina xweza, kuştin, xwekuştin, destdirêjî, tundî, Yasaya Rewşa Kesî, sinetkirina jinan, parastina kujer, helwesta darazê û qeyrana aborî jinan her li qadan li ber xwe dan. Destkeftiyên girîng jî bi dest xistin.   Me di panoramaya xwe ya sala 2025'an de cih da geşedanên siyasî, çalakî û xebatên jinan a li Başûrê Kurdistanê. Her wiha Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) Qimet Nerexî û Ji dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şingalî jî derbarê geşedanên salê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. Em ê di serî de bal bikişînin ser geşedanên ku mohra xwe li salê xistine.   Li qadan dirûşma 'Jin jiyan azadî'   Jinan bi kampanya, panel, komxebat, civîn, meş û mîtîngan bal kişandin ser serdestiya zihniyeta mêrsalar û rêbazên têkoşînê. Jinan li gund, navçe û bajaran bi girseyî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Newroz û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Bi felsefeya jin jiyan azadî, em ê civaka demokratîk ava bikin” daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Dîmenên rengîn ên berxwedanê derketin holê. Di şexsê Nagîhan Akarsel, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Gulistan Tara, Hêro Behadîn, Firyal Silêman Xalid ên ku pêşengtiya têkoşîna azadiya jinan kirin, nehatin jibîkirin û bi bernameyên cuda di nava salê de hatin bibîranîn. Her wiha Şengal û Mexmûrê jî di nav de li gelek navendên Başûrê Kurdistanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” Jîna Emînî hat bibîranîn.     Li dijî tundiyê daketin qadan   Di 4’ê Tebaxê de li Bexdayê cenazeyê Dr. Ban Ziya Tarq bi şêwazê qetilkirî hat dîtin, hat îdiakirin ku dawî li jiyana xwe aniye, lê di laşê Dr. Ban de şopên qetilkirinê hatin dîtin. Nêzikatiya îktîdarê hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li Iraqê bû sedema hêrsek mezin û çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di şexsê Dr. Ban Ziya Tarq de hesabê jinên ku hatin qetilkirin hatin pirsîn. Her wiha sazî û rêxistinên jinan, di çarçoveya pêngava 16 rojî ya çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan de, bal kişandin ser asta tundî, kuştin û desdirejiyê, banga têkoşîneke bi rêxistinî hat kirin.   Bertekên li hemberî Yasaya Rewşa Kesî   Di 21’ê Çileya 2025’an de Parlamentoya Iraqê Yasaya Rewşa Kesî ku rê li ber zewicandina zarokên keç ên 9 salî û zarokê kur ê 15 salî vedike erê kir. Erêkirina yasayê li Başûrê Kurdistanê ji bo jinan bû rojeva sereke. Bi qanûnê re mafê jin û zarokan ên nefeqe, welayet û mîratê sînordar dike, bû sedema nerazîbûnan. Rêxistinên jinan û parêzvanên mafan rewşê wek “paşveçûneke dîrokî” nirxand.   Rojevîkirina biryara 1325'an   Îsal jî jinan gorên jinan ên wekî bêkes tên pênasekirin ji bîr nekirin. Di çalakiyên xwe de her tim anîn ziman û bi taybetî bal kişandin ser biryara 1325’an. Biryara 1325’an a ku li ser esasê parastina jinan û çareserkirina pirsgirêkên jinan hatiye derxistin, Iraq û Herêma Kurdistanê jî di nav de ji hêla 92 welatan ve hatibû erêkirin. Lê biryar qet nehat pratîzekirin. Meclîsa Jinan a Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna vê biryarê îsal jî di nav hewldanan de bûn û gelek çalakî li dar xistin. Jinan destnîşan kir ku bi pêkanîna biryarê dê rê li ber kuştin, destdirêjî û tundiyê kêm bê jî dê bê girtin.   Pêngava TAJÊ ya li ser xwe kuştinê     Çalakiyek din a ku sala 2025'an de bal kişand ser xwe jî ya TAJÊ bû. TAJÊ, li dijî zêdebûna xwekuştina jin û mêran ên li Şengalê pêngava “Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e” da destpêkirin. Ev pêngav di nava civakê de deng da.   Qeyrana aborî û jin   Her wiha ji sala 2014’an ve Herêma Kurdistanê di nav qeyranek mezin a aboriyê de ne. Vê yekê herî zêde bandora xwe li jinan kir. Jinên başûrî îsal li dijî nedayîna mûçeyan, wekheviya mûçeyan û îstîhdamnekirina jinan daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.   Hilbijartina parlamentoyê   11’ê Mijdara 2025’an hilbijartina parlementoya Iraqê pêk hat. Ji 7 hezar û 863 namzedan, tenê 2 hezar û 248 jin hebûn. Li gel çanda mêrsalarî û astengiyên civakî 84 jinan di hilbijartinê de biserketin. Niha rêjeya jinan a di parlementoyê de gihişt ji sedî 25.5'an. Ji bo bidestxistina mafên jin û zarokan, çareseriya pirsgirêkên jinan, ji bo guherîna Yasaya Rewşa Kesane, cezakirina kujer û kiryaran sazî, rêxistin û parêzvanên mafên jinan di çalakiyên xwe de bang li parlamenterên jin û bi taybetî parlamentoyê kirin ku berpirsiyariya pêk bînin.   Hewldanên ji bo Yekitiya Jinên Kurd   Aliyek din mijara ku di sala 2025’an de derket pêş jî hewldanên ji bo avakirina yekitiya jinên kurd bû. Di vê çarçoveyê de di 7’ê Nîsana 2025’an de li Silêmaniyê nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar aliyên Kurdistanê di bin banê‚ “Civîna Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd” de hatin cem hev û ji bo têkoşîna hevpar Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin. Her wiha platform di 27’ê Îlonê de jî li Silêmaniyê Yekem Civîna xwe ya Navberê li dar xist û biryara li dar xistina 3'yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd da. Her wiha li Silêmaniyê di 5'ê Tîrmehê de Komxebata platforma "Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê" hate lidarxistin û avakirina Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.   Konferansa NADA     Di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyê 1’emîn Kongreya Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Efrîqa (NADA) bi dirûşma “Bi şoreşa jinê re, ber bi civaka demokratîk ve" hat lidarxistin. 7 komîte hatin avakirin û jinan li ser 12 bendan li hev kirin. Her wiha di kongreyê de belgeya “Konfederasyona Demokratîk a Cîhanê ya Jinan” wek referans hat girtin û hat pejirandin. Her wiha di kongreyê de azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.   Dengvedana banga Abdullah Ocalan   Mijarek din a ku li Başûrê Kurdistanê bi taybetî hat nîqaşkirin û bû rojevî jî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 27’ê Sibatê de hat ragihandin bû. Jinan di çalakiyên xwe de xwedî li banga avakirina “Aştî û Civaka Demokratîk” derketin û diyar kirin ku dê berpirsiyariya xwe bînin cih. Li ser vê esasî li geliyê Kersê yê Şengalê bi TAJÊ, di 28'ê Tebaxê de Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi dirûşma “Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad” bi beşdariya nêzî du sed jinên êzidî hat lidarxistin. Jinan bal kişandin ser azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan.     'Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin'   Her wiha TAJÊ, Yekitiya Jinên Êzidî ya Almanyayê (SMJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava û Yekitiya Jinên Moskov û Ermenistanê ji bo Abdullah Ocalan bikaribe ji “Mafê hêviyê” sûdê bigre û dewleta Tirk li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gavên pêwist bavêje, name ji Konseya Ewropayê re şandin. Dîsa TAJÊ, bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya “Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin” ragihand. Li Xanesor a Şengalê Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî em ê axa xwe biparêzin, Rêber Apo azad bikin” pêk hat û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.     Konferansa Meclîsa Îştar pêk hat   14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar a Mexmûrê ku bi dirûşmeya “Em civaka demokratîk û komînan ava bikin, bi Rêbertî re azad jiyan bikin" pêk hat. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji bo konferansê şand û konferansê silav kir. Jinan di konferansê de gotin "Em ê pêşeroja xwe li ser bingehê paradîgmaya netewa demokratîk ya ku bi hişmendiya civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê ava bikin.”   Perwerde û civaka demokratîk   Di 25-26’ê Tebaxê de li Mexmûrê bi dirûşma “Bi jina perwerdekirî re ber bi jina komînal ve” 7’emîn Konferansa Komîteya Perwerdeya Xweser hat lidarxistin. Di konferansê de jinan bal kişand ser avakirina civaka demokratîk û jiyana komînal.   Mexmûr bû warê berxwedanê     Xelkê Mexmûrê 30 sal in li dijî her cûre êriş û polîtîkayên înkarkirinê li ber xwe dan. Bi avakirina jiyaneke alternatîf bûn mînak. Sazî û dezgehên ku li Mexmûrê hatin vekirin ji bo çareseriya pirsgirêkan bû navnîşanek. Yek jî wan rêxistinan Meclîsa Îştar e. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Qimet Nerexî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên meclîsê: "Di nava du salên borî de me  xebatên girîng da meşandin. Armanca me ya yekem ji bo rêxistinkirina jin, ji bo vîn û hebûna jinê bidin diyarkirin bû. Wek meclîs di milên perwerdehî, tendûristî, civakî, pîşeyî de me xebat da meşandin."   Li dijî polîtîkayên taybet xebat   Îsal li Mexmûrê jî polîtîkayên şerê taybet bû mijara sereke ya saziyan. Çalakî û xebatên hişyarkirinê hatin meşandin û Qimet Nerexî wiha bal kişand ser xebaên ku hatine kirin: "Dema em berê xwe didin rewşa ku tê de dijîn, ne bi tenê li ser jinên wargehê li dijî tevahî jinan, şerekê taybet li dijî jin û ciwanên me pêk tê. Di nava van her du salan de xebatên ku me da meşandin me hewl da ku jin û ciwanên xwe biparêzin. Em li ser vê esasê karê xwe dimeşînin. Em dixwazin polîtîkayên taybet ên li hemberî jinên ciwan tê meşandin bi hevkarî bikevin nava hewldanan. Bi taybetî em dixwazin jinan bi rêxistin û zana bikin."   Nameya Rêberê Gelê Kurd     Derbarê li darxistina 14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar û peyama Rêberê Gelê Kurd de jî Qimet Nerexî wiha axivî: “Mijara ku herî zêde mohra xwe konferansa me xist, nameya Rêbertî bû. Ev nameya ku hat şandin bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Bi awayek pozîtîf di konferansê de hat nirxandin. Her wiha di konferansê de bi taybetî li ser pirsgirêkên ku jin di nava du salan de rû bi rû mane, hişmendiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin, pirsgirêkên ku li ser me jinan hatiye ferzkirin, em ê çiqasî li dijî van pirsgirêkan li ber xwe bidin û têbikoşin. Wekî ku Rêbertî di nameya xwe de jî diyar kir, me jî li ser xwebirêxistin kirin, avakirina komûnên xwe nirxandin û nîqaşên giranbiha kir. Me ji bo pêşerojê plansaziya xwe derxist û em ê bixin meriyetê."   Rol û mîsyona jinên êzidî   Ji dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şingalî jî ji ajansa me re behsa taybetmendiya Şengalê û berxwedana jinên êzidî kir û got: “Rêbertî di manîfestoya aştî û civaka demokratîk de balê dikşîne ser xençera ku li ser pişta jin û civakê ketiye dike, ew xençer ne tenê li bedena jin ketiye, li fikir, hest û rûhê jin jî ketiye. Vê zihniyeta mêrsalar bi xwe re talan, dagirkerî, koçberî, komkujiyên pir mezin ser civakan anî ku heya roja îro berdewam dike. Civaka êzidî jî yek ji civakên bi çand ol û bawariya xwe ya kevnar e ku bi hezarê salan li ser axa Mazobotamya dijî û her dem jina êzidî xwedî rolek pêşeng û girîng ra bûye. Di dirêjahiya dîrokê de civaka êzidî rastî 74 fermanan hatiye û di hemû fermanan de herî zêde jin bûne qûrban. Di fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de bi destê çeteyên DAIŞ ê û hevkarên wan pêk hatî, car din qûrbanê herî sereke jinên êzidî bûn. Di fermana ku cîhanê şahidiya wê kir bi hezaran jin, zarok û êzidî dîl ketin destê DAIŞ û heya niha çarenûsa wan ne xuya ye. Di sedsala 21'emîn de jinên êzidî li sûkên mîna Reqa hatin firotin, rastî tacîz, tecawiz, îşkence, kuştinê hatin, li Mûsilê zindî zindî di qefesan de hatin şewtandin. Em bûn şahidê rojên ku tenê dihat dengê şûrê fermanê û dengê qirîna mirovan, lê mixabin cîhan ker, kor û lal bû.”     ‘Êş dibistana herî mezin e’   Lava Şingalî, diyar kir ku bi salane bi felsefeya Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha axivî: “Wek Rêber Apo got ‘Êş dibistana herî mezin e’. Em jî di vê dibistanê de carek din ji êşên xwe, fêrî xwerêxistinkirin û têkoşînê bûn. Em jinên êzidî bi hêza ku me ji şervanên azadiyê girtî û ji cangoriyên leheng em fêrî elfabeya azadiyê bûn. Li ser mîrasa jinên ku serî dan lê sira xwe nedan mîna dayê Gulê, Nazê û Cîlanan me rêxistina xwe piştî fermanê ava kir. Em ketin wê zanebûnê êdî jiyanek bi rûmet bê xwe rêxistin kirinê ne mûmkin e. Me milê civakî, siyasî, diplomasî, çandî, perwerdehî hemû milan ve xwe rêxistin kir û bi salane em bi felsefa Rêber Apo a jin jiyan azadî, têdikoşin û bi têkoşîna xwe em rojane hesab ji sucdarên fermanê dixwazin."   Li hemberî lîstîkên qirêj têkoşîn   Lava Şingalî sala 2025’an di hêla siyasetê de wiha şîrove kir: “Taybet sala 2025'an li hemberî rê û rêbaz, siyaseta PDK’ê û hûkmeta Îraqê ya ku li pêşiya îrada civaka êzidî dibe asteng û her di nava dek û dolaban de ye, li hemberî lîstîkên qirêj, em bûne xwedî helwesteke radîkal. Ji bo doza jin û civaka êzidî cîhanî bibe, milê diplomatîk, xebatên berfireh hatin meşandin. Her wiha ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jin bi kampanyaya ‘Her xwe kuştinek fermanek e’ rêzeçalakî pêk hatin. Di vê wateyê de TAJÊ bi salane ji bo xwedîderketina li çand ol û bawariya êzidiyatiyê bi hemû hêza xwe bi rolek pêşeng rabûye û bûye nasnama tevahî jinên êzidî a li welat û derveyî welat."     Bandora jinên têkoşer   Lava Şingalî, diyar kir ku bandora TAJÊ li Şengalê li ser jinên ereb jî kiriye û jinên ereb jî rêxistina xwe ava kirine û wiha bi lêv kir: “Her wiha jina êzidî bi armanca xweparastin, civaka xwe parastin û tolhildana ji fermanê, taybet jinên ku dîl ketine destê DAIŞ'ê çeka azadiyê girtin destê xwe û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)  ava kir û li hemberî DAIŞ'ê ji Şengal heya Reqa şer kirin. Yekîneyên jinên Şengalê hemû netewan hembêz dike, heya roja îro xwedî li berxwedanek bêhempa a dîrokî de ne. Ev têkoşîna watedar a jinên êzidî bandor ne tenê li ser civaka êzidî kiriye di heman demê de banorek erênî li Iraqê, ser jinên ereb jî kiriye.   Ji bo azadiyê dê têkoşînê mezin bikin   Ji dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şingalî daxuyand ku bêgûman fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî jin, civak û netewan hêviya herî mezin e û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Rêber Apo her dem girîngî û nirxek mezin daye civaka êzidî. Heqîqeteke, bi saya fikirê Rêber Apo pêşiya fermanê hate girtin. Li Îmralî di nav tecrîda heyî de, di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî Rêber Apo sê caran name ji civaka me a êzidî re şand. Bi rastî her peyvek û hevokek Rêber Apo ji bo me gelek bi wate û bi nirx e. Di her mirovek êzidî de ji zarokê 7 salî heya 70 salî û taybet ji bo jinan heyecan, moral, mehnewiyek gelek mezin ava kir. Em dikarin bêjin nameya Rêbertî di me de hestek pir cuda ava kir û lêdana dilê me ji bo azadiyê zêdetir kir. Jixwe peyama Rêber li baxçê Rêber Apo nav çiyayên pîroz a Şengalê bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazî kirin. Perspektîfên azadiyê ji bo me nexşeya pêşerojek aştiyê ye. Bi vê hêzê em xwe zêdetir perwede û zanetir dikin. Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em ê pêşengî ji bo avakirina ronansesa civaka êzidî bikin û ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Apo em ê heya dawî têkoşîna xwe mezintir bikin."