Rêveberiya Xweser: Berpirsên êrîşan hikûmeta vegûhêz e 2025-12-28 19:36:36     NAVENDA NÛÇEYAN-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li dijî xwepêşandêrên ku ji bo daxwazên xwe yên rewa daketine qadan şermezar kir û hikumeta veguhêz berpirsa kîndariyê û provokasyonê dît.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşên komên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev binpêkirina mafên Sûriyeyiyan ên derbirîna nêrîn û daxwazên xwe yên rewa bi awayekî aştiyane ye.   Di daxuyaniya hat destnîşankirin ku ew li hember vê rageşiya xeternak bi fikar in û rayedarên hikumeta veguhêz berpirsên van pêkanînên ku kaosê kûrtir dike, nahêle gelê Sûriyeyê daxwazên xwe yên siyasî û sivîl bikin, dîtin.   Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Ev pêkanînên ku hin endamên hikumeta veguhêz dikin, paşperdeya wê xîtaba kîndariyê, provokasyon û mezhebetperestî ye, dikevin xizmetî dijminên Sûriyeyê û yên hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin. Ev pêkanîn hewlên yekirina xîtaba neteweyî ya Sûriyeyî û avakirina siberojekê ji bo tevahiyan derbe dikin.Ev ne cara yekemîn ku êriş û binpêkirinên li herêmên Sûriyeyê li dijî sivîlan tên kirin. Duh, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê û başûrê Sûriyeyê bûn û îro jî careke din perav e. Pêdiviya rûbirûbûna van êriş û pêkanaîn bi helwesteke neteweyî ya cidî heye ku sînorek ji van siyasetên xeternak re bên danîn û hesab ji sûcdaran bên xwestin. Ji ber ev pêkanîn li pêş lihevkirin an jî diyaloga neteweyî ya giştî asteng in û firsetên avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk û nenavendî têk dibin.Em  bang li tevahî Sûriyeyiyan, hêzên neteweyî dikin ku hewlên xwe zêde bikin û xebateke hevbeş ji bo gihandina çareseriyeke siyasî ya berfireh a li ser bingeha diyalog û hevqebûlkirinê dûrî kîndariyê û provokasyonê bikin.”