Ji bo tevlibûna mîtîngê bang: Ji bo Azadiya Rêber Apo dest bidin hev 2025-12-30 09:03:24 RIHA - Jinên ku banga beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ya ji bo "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, gotin, “Divê mafê hêviyê ji Rêberê me re were dayîn û divê ew bikaribe vê pêvajoyê di şert û mercên azad de bimeşîne. Werin em ji bo azadiya Serok Apo, ji bo azadiya xwe destên xwe bidin hev."   Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) dê di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê mîtînga "Hêvî û Azadiyê" li dar bixe da ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. Tê payîn ku bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bibin ku tê de bangên ji bo pêkanîna mafê hêviyê têne kirin. Amadekarî bi lez û bez ji bo mîtînga ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27 sal in girtî û di bin tecrîdê de ye, didomin. Li her kolan û navçeya Kurdistan û Tirkiyeyê kolan bi kolan xebat tê kirin.   Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasyê ya Gelan (DEM Partî) di 25’ê Mijdarê de li navçeya Pirsûs  a Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevserokên ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn, beriya mîtînga ku di 4’ê Çile de were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.   'Divê Rêber Apo pêvajoyê di şert û mercên azad de bimeşîne'   Hevseroka DEM Partiye ya Bajarê Qersê Arzu Savaş Derman: "Di demên dawî de, piştî banga ku ji hêla Rêber Apo ve hat kirin, em ketine pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê. Em bawer dikin ku ji bo  pêvajoya aştiyê bi awayekî rast pêşve biçe û civak biguhere û veguhere, divê mafê hêviyê ji Rêber Ocalan re were dayîn û vê pêvajoyê di şert û mercên azad de bimeşîne. Em vê bawer dikin û daxwazên gel jî li gorî vê yekê tevbigere. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşa ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ku dê di 4’ê Çileyê de li Amed were lidarxistin."   'Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang dikin'   Hevseroka  DBP ya Bajarê Amedê Ruçem Elyakut: "Di 4’ê Çileya 2026’an de, saet 13:00’an de li Qada Îstasyonê, em hemû gelê xwe ji bo azadiyê, mafê hêviyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo aştiyê vedixwînin. Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin."   'Bila Serok azad bibe'   Hevseroka DBP’ê ya Merdînê Nuhroj Turk: "Di 4ê Çile de saet di 13:00an de li Amed mîtîngek tê lidarxistin. Girîng e ku were zanîn ku gelek polîtîka li dijî înkara gelê Kurd têne meşandin. Wekî ku hûn dizanin, Rêberê Gelê Kurd ji bo jinan gelek xebat kiriye, û divê em di vî warî de çi ji destê me tê bikin. Divê em welatê xwe nas bikin. Divê em bi hêzek mezin destê Serokê xwe bigirin. Tecrîdek mezin li ser Serok tê ferzkirin; bila niha di nav me de be. Em dixwazin rastiya xwe bibihîzin."   'Ji bo azadiya Serok Apo dest bidin hev’   Hevseroka  Îdirê ya  DEM Partiyê Alya Akkuş: "Ez gele me silav dikim. Em ê di 4’ê Çile de mîtîngek bikin. Ev ji bo me dê mîtîngek aştiyê be. Ez bawer dikim ku ew ê mîtîngek be ku dê ji bo gelên Tirkiyeyê sûdmend be. Ji ber vê yekê, ez hemû gelê me vedixwînim vê mîtîngê û ez dixwazim her kesê ku bêriya aştiyê dike beşdarî vê mîtîngê bibe."