Zarok di bin tehdîda şer û birçîbûnê de ne 2025-12-31 18:42:29   NAVENDA NÛÇEYAN- UNICEF’ê daxuyakirin ku şer, nexweşî û birçîbûn li seranserê cîhanê jiyana mîlyonan zarokî diguherîne.   Fona Alîkariya Zarokan a NeteweyênYekbûyî (UNICEF) di daxuyaniya da de da zanîn ku di sala 2025’an de  şer, birçîbûn û xizaniyê jiyana mîlyonan zarokî guheriye û li herêmên krîzê rewşa mirovahî giran bûye.   Li Xezayê 100 hezar zarok   Li gorî rapora UNICEF’ê li Xezayê nêzî 100 hezar zarok bi bêewlebûna xurekan re rû bi rû ye. Her wiha hat diyarkirin ku li herêmên krîz û pevçûnan hejmara zarokan gihiştiye asta rekorê û ji her 5 zarokî yek di bin şertên zehmet de dijîn.     UNICEF’ê destnîşan kir ku mafê zarokan bi awayekî cidî tê binpêkirin û êrîşên li hember xebatkarên alîkariya mirovahî jî asta herî jor de ye. Di 2024’an de 41 hezar û 370 binpêkirin hatin jiyîn û ev li gorî sala beriya wê ji sedî 25 zêde bûye.   UNICEF’ê daxuyakirin ku wê sala 2026’an de jî gelek zor û zehmetî bên jiyîn û hat gotin wê hewldanên parastina zarokan bidomînin.