Li Şirnexê koçer di berfê de asê man 2026-01-01 18:58:30   ŞIRNEX -  Li gundê Şilyan ê Şirnexê, welatî çûn hawara koçerên ku di berfê de asê mabûn.   Li gundê Şilyanê yê Şirnexê welatî çûn hawara koçerên ku di berfê de asê mabûn. Gundî bi motoran çûn herêma ku koçer lê ne û berfa li ser konên wan ên ku bi hezaran ajal tê de bûn paqij kirin. Ajal ji bo cihekî ewle hatin veguhestin û koçeran ji bo vekirina rê bang kirin. Koçeran diyar kir ku heke şert û mercên xirab ên hewayê wiha berdewam bikin, dê jiyana ajalên wan bikeve xetereyê.