Dayikên Şemiyê li aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn 2026-04-04 13:15:19   STENBOL - Dayik-Mirovên Şemiyê di hefteya 1097'emîn de li aqûbeta Talat Turkogluyê ê di 1'ê Nîsana 1996'an de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn.    Dayikên-Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1097'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê di hefteya 1097'an de li aqûbeta Talat Turkogluyê yê di sala 1'ê Nîsana 1996'an de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayika Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.   Sebla Arcan diyar kir ku ji cihê ku dayika Ziynetê hiştiye, em dipirsin, ‘Talat Turkoglu li ku ye?’ û wiha axivî: “Tu astengî lêgerîna me ya heqîqetê nikarê rawestinê. Di hefteya 1097an de jî em rastiyê bi bîr tînin. Parastina kiryaran, reşkirina delîlan û dozên ku demdorî nîşaneya polîtîkaya bêcezahiştinê ye û sedama xwe ji vê digire. Daraz faîlan diparêze.”   Sebla Arcan anî ziman Dayika Ziynet li aqûbeta kurê xwe nezanî û jiyana xwe ji dest da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Talat Turkoglu 45 salî bû wekî sosyalîst dihata nasîn. Di sala 29ê Adara 1996an de ji bo serdana dayika xwe çû Edîrneyê. Li malê ji birayên xwe re got polîs li pey min in. Di 1ê Nîsana 1996an de dema ku ji bo vegera Stenbolê ji mal derket û êdî tu agahî jê nehat girtin. Serlêdanên Malbat, ÎHD, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û rêxistinên dadê bêencam man. Saziyên fermî gotin Talat Turkoglu nehatiye binçavkirin. Di sala 1997an de endamê JITEMê Kasım Açık bû îtirafkar û li ser Talat Turkoglu gelek agahî da û diyar kir ku Talat Turkoglu li Edîrneyê hatiye girtin û bi îşkenceyê hatiye kuştin laşê wî jî avêtine Çemê Merîçê. Lê dîsa jî tu lêpirsîn nehat vekirin. Malbat serî DMME da û DMME jî Tirkiyeyê mehkûm kir. Malbat serî DMME da, di sala 2004an de DMME Tirkiyeyê mehkûm kir. Lê kiryar nehatin dîtin. Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin.”   Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.