Girseya meşiya gihîşt Amarayê 2026-04-04 13:19:54   RIHA - Kesên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dest bi meşê kirin gihîştin Amarayê.   Bi deh hezaran kesên ku ji Xelfetiyê ji bo pîrozkirina rojbûna 77'emîn a Ocalan derketin rê, gihîştin Amarayê. Girseya ku li baxçeyê mala ku Rêberê Gelê Kurd lê ji dayik bûye kom bû, wêneyên Abdullah Ocalan û Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên ku di meşa Amarayê ya 2009'an de hatibûn kuştin hilgirtin.   Girse bi çepik û dirûşmeyan pîrozbahiyê didomîne.