Li Îzmîrê şahiya 4'ê Nîsanê 2026-04-04 15:35:55   İZMÎR - Di pîrozbahiya ku ji aliyê TJA û Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê ve di 4'ê Nîsanê de hate lidarxistin, hat gotin ku 4'ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e û hate gotin, "Divê Rêbertî bijîn û bidin jiyîn."   Tevgera Jinên Azad(TJA) û Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo rojbûna 77'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahiyek li dar xistin. Di pîrozbahiya ku li Hola Dawetê ya Genç Acarlar hate lidarxistin de, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li holê hate daliqandin. Di pîrozbahiyê de, gelek caran dirûşmên wekî "Bijî Rêber Apo" û "Rojbûna te pîroz be Serok Apo" hatin berzkirin. Dayikên Aştiyê, saziyên demokratîk ên li Îzmîrê û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Pîrozbahî bi deqeyek rêzgiritnê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî re jî pêşandana slaytê hate kirin.   Pîştî acaftinên ku hatin kirin hunermend Serhat derket ser dikê û şahî bi gonvendê bi dawî bû.