Kesên bi şaşik jin tacîz kirin 2026-04-15 13:41:37   AMED - Hate diyarkirin ku mêrên bi şaşik ên li nava Sûrê digeriyan ji ber kincên jinan, bi devkî jin tacîz kirine.    Li navçeya Sûr a Amedê kesên bi cubbe û şaşik dema serdana dikandaran kirin, jinên li sûkê bi devkî tacîz kirin û ji jinan re gotine “Hûn çima wiha li xwe dikin?”, “Înşallah tu rojekê xwe binuximîni”.    Jinan bi navê Sude Naz Karakurt, anî ziman ku ew li derve dema li bende havalên xwe bû mêrên bi şaşik û bi cubbe hatine û ev tişt got: “Ji hevalê mêr ê li hinda min re qala ol û îbadet kirin. Piştre mêrekî rî dirêj, bi şaşik û bi cubbe ji min re got ‘înşallah tuyê rojekê xwe biniximîne. Ev der cîhana doşeh û bihuştê ye. Tuyê bi van kincan di doşehê de bişewitî’. Ez ji bo gerê hatim vir. Li navenda vî bajarî rewşek wiha ez matmayî hiştim. Her kes di ola xwe de azad e. Ez vê bûyerê wek tacîz dibînim û xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Piştî vê bûyerê gelek tişt hatin hişê min û ez tirsiyam.”