Parastina cewherî dide jiyîn: Jin li dijî tundiyê têkoşînê mezin dikin 2026-04-17 09:04:59   Devrîm Findik   STENBOL - Dîdem Yilmaz der barê kampanyaya ‘Parastina Cewherî Dide Jiyîn’ ya Meclîsa Jinan a HDK’ê daye destpêkirin de axivî û da zanîn ku parastina cewherî li dijî her cureyê tundiya ku pergala mêr afirandiye, xeta jiyanî ye.   Di pêvajoya ku tundî û qirkirina li ser jinê her diçe zêde dibe de, rêxistinên jinan parastina cewherî wek riya herî esas a parastina jiyanê ji nîqaşê re vedikin. Meclîsên Jinan ên HDK’ê kampanyaya ‘Parastina Cewherî Dide Jiyîn’ dan destpêkirin û bi vê kampanyayê hedef dikin ku li dijî her cureyê tundiyê mekanîzmayên parastinê pêş bixînin. Di vê esasê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Dîdem Yilmaz der barê kampanyayê de axivî.   Pênasekirina tundiyê   Dîdem Yilmaz da zanîn ku parastina cewherî li dijî tundiya serdest a mêr ya 5000 hezar sal in didome, mekanîzmaya parastina jiyanê ya jinan e û got: “Ev mekanîzma dikare li gelek cihî bê vekirin. Di vir de tiştê em behs dikin ne tenê tundiya  fîzîkî ya pergala serdest a mêr e. Em dikarin cureyê tundiyê rêz bikin. Li dijî vê li ser piyan mayîn, wek jinekê parastina xwe kirin, parastina cewherî ye. Di parastina cewherî de pênasekirina hemû cureyên tundiyê girîng e. Dema em dibêjin tundiya mêr tundiya dewletê û dema em li dijî vê parastina cewherî îfade dikin bi tevahî wek tundiya fîzîkî tê fêmkirin. Lê em dibêjin ku ev pênasekirina tundiyê têr nake. Em vê ji hevalên xwe yên jin re vedibêjin.”   ‘Mekanîzma çareseriyê parastina cewherî ye’   Dîdem Yilmaz destnîşan kir ku dema ku mêrek nehêle jin bixebite ev cureyê tundiya aborî ye û got: “Parastina cewherî çima hewce ye. Dema mêrek nehêle jin di alî aborî de li ser piyan bisekine ev tundiya aborî ye. Ya duyemîn jinê her tim hewcedarê xwe hiştin jî jî tundî ye. Divê jin vê bizanibin. Ger mêrek serdestiyê li jinan bike, destûr nede jinan ku derkevin derve ev jî tundiya civakî û psîkolojîk e. Li dijî vê mekanîzmaya çareseriyê parastina cewherî ye.”   ‘Parastina cewherî hewcedarî ye’   Dîdem Yilmaz daxuyakirin ku parastina cewherî hewcedarî ye, mijarek jiyanî ye û wiha domand: “Parastina cewherî bi qasî nan û avê hewcedariya esas e. Sedema destpêkirina kampanyaya me ev bû. Armanca me ev e ku em parastina cewherî bi jin û ciwanan re parve bikin. Me tundî pênase kir lê di alî xweparastina fîzîkî de ev temam nebûye. Çiqas cureyên tundiyê hebin evqas jî cureyên parastina cewherî heye.  Parvekirina tundiyê ya bi kesekî re jî parastina cewherî ye. Agahdarkirina we ya tundiyê jî parastina cewherî ye. An jî pirsa ‘tiştek bi te hat, çi bû’ ya ji kesekê pirsî jî mekanîzmaya parastina cewherî afirîne. Ev hemû parastina cewherî ne. Armanca me ev e ku em bi vê kamnpanyayê bêjin ‘parastina cewherî dide jiyîn’. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî tundiya mêr bi hev re dengê xwe bilind bikin.”