Ji Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li dijî êrîşên Îranê bertek 2026-04-18 17:54:10   STENBOL- Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bertek nîşanê êrîşên rejîma Îranê ya ku bi dironan di 14’ê Nîsan de hat destpêkirin da û parêzvana mafê mirovan Xezal Mewlan Çaperabad ya di êrîşê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî.   Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi daxuyaniyek nivîskî pêşmerge Xezal Mewlan Çaperabad ku di êrişên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî.   Daxuyanî da   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew wek platformê êrişên rejîma Îranê ya bi dronan ku 14ê Nîsanê li ser kampên azadiyê pêk hat, bi tundî şermezar dikin û wiha hate gotin: “Di vê êrişa hovane de ku li derveyî qada şer hatkirin, têkoşer Xezal Mewlan Çaperabad jiyana xwe ji dest da û gelek pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Em ser saxiyê ji malbata wê û gelê xwe re dixwazin. Rejîma dagirker a Îranê, bi van êrîşên li dijî hêzên ku tu çalakiya çekdarî pêk anîne, careke din rûyê xwe yê dij- mirovî û hişmendiya xwe ya qirker nîşan da. Ev êrîş nîşaneya bêçaretiya dewletekê ye ku li şûna çareseriyên demokratîk, tenê bi zext, xwîn û sûcên şer hewl dide ser pirsên navxweyî bigire.   Divê desthilatdariya Tehranê baş bizanibe ku bi bombebarankirina herêmên sivîl û hêzên Kurd nikare daxwaza azadiyê bifetisîne. Em bang dikin ku ev êrîşên li ser axa Kurdistanê demildest werin rawestandin. Di vê serdemê de, yekane rêya sekinandina vê zilma sîstematîk, xurtkirina yekîtiya jinên Kurd û mezinkirina berxwedana hevpar a gelê me ye. ”