Di lêpirsîna Gulîstan Doku de îfadeya ku balê dikşîne: Ji sedî sed Gulîstan e 2026-04-18 22:36:45   DÊRSIM – Di vîdyoyek 40 deqeyî de ku birayê Umut Altaş, Sîdar Altaş yek ji gumanbarên lêpirsîna windabûna Gulîstan Doku de tê de cih digire, hûrgiliyên nû hatin weşandin.    Di lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de ji 13 kesan 10 kes hat girtin. Me hûrgiliyên nû li ser vîdeopeywendiya di navbera Umut Altaş, yek ji gumanbarên doza kuştina Gulîstan Doku,  birayê wî Sidar Altaş de bi dest xistin ku Umut Altaş tê de îtîrafa qetlîamê dike. Di beşa 2 deqeyî ya vîdyoya 40 deqeyî de, axaftina Sîdar Altaş ê ku bi vîdyoyê hatine tomarkirin wiha ye:“Birêz dozger, ez Sîdar Altaş. Birayê Umut im. Ez amademe ku alîkariya we bikim. Umut li Dêrsimê bû. Îhtîmalek mezin ew dem Umut 18 salî bû. Niha 24 salî ye û em behsa 5-6 sal berê dikin.   ‘Her tim bersivên rev da’   Kurê walî got, ‘Ez bi keçekê re bûm û ew ducanî ma. Min gelek zext li Umut jî kir, mîjar çiye? Ji min re tenê bersivên erê-na da.  Min got, ‘keç ducanî ye’. Ji min re got, ‘erê.’ Min jê pirsî, ‘nexwest pitika xwe bigire’, wî got, ‘erê.’  Her tim bersivên rev da. Çeka Turkay  tebance bû. Ez bawerim min wê çekê dît. Belê reş bû. Wê di erebeyê de nîşanê min da.   ‘Erebeya wî BMV bû’   Otomobîla wî BMW 420 bû, rengê wê şîn-reş ê tarî bû. Ew çek kir torpîtoyê. Erebeyê dida Umut jî. Her tim bi erebeyê digeriyan. Gelek caran erebeyan didiziyan dianîn, gelemperî vê dikirin.   ‘Ji sedî sed îhtîmal heye ku ew Gulîstan e’   'Îhtîmala ku ev keçik Gulîstan be çi ye?'. Sedî sed ew Gulîstan e. Ez jî dixwazim ku ger destên birayê min nav vê bûyerê de hebe derbikeve holê. Ez ji wî re gelek hêrsim. Min jê re got, ‘Te çi kir Umut, ke wê kuşti.’ Wî ji min re wiha got, ‘Abê, ji min re wisa got. Ez tirsiyam. Yekê kuşt, ez ji mêrekî tirsiyam. Ji ber wê yekê min dengê xwe nekarî derbixim.’ Fikiriye ku walî kesekî xirap e, lewma dengê xwe dernexistiye.”