'Kiryar neyên cezakirin wê qetilkirin zêde bibin' 2026-04-19 09:03:32   WAN - Seroka Komeleya Jinan a Star Şafak Erkmen Ozanli  geşedana di dosya Gulistan Doku de ku 6 sal şûnde hat jiyîn nirxand û diyar kir ku di dosyayê de kiryar bi salan hatine parastin û got her ku bêcezahiştin bidome wê jin bên qetilkirin û tundî lê bên kirin.    Polîtîka bêcezahiştinê ya darazê veguherî "qirkirina jinê". Polîtîkayên şerê taybet, mekanîzmayên pêk nayên û pergala ku jinan newekhev dibîne her roj jinan ji jiyana wan dikin. Serhildana jinan a li dijî vê jî mezin dibe. Di ser windabûna xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ku 5’ê Çileyê 2020’an de winda bû 6 sal der bas bû û gumanbar vê pêvajoyê de hatin parastin. Di rojên borî de geşedanên nû hatin jiyîn û ji dosyayê binçavkirin û girtin hatin jiyîn.   Di dosya ku serî de tevgera jinan û hemû aliyan dişopandin, carek din hat dîtin ku polîtîka bêcezahiştinê çawa tê meşadin, gumanbar çawa tên parastin. Seroka Komeleya Jinan a Star Şafak Erkmen Ozanli da zanîn ku qetilkirinên jinan polîtîkin û aqûbeta Gulistan Doku di encama têkoşîna tevgera jinan û malbata wê de derketiye holê. Şarak Erkmen Ozanli bi lêv kir ku gumanbarên niha binçavkirin û girtin bi salane hatine parastin.   Şafak Erkmen Ozanli destnîşan kir ku dosya Rojîn Kabîş jî wek ya Gulîstan Doku nezelal dimeşe û wiha dirêjî dayê: “Di ser dosya Rojîn Kabaîş de du sal derbas bû lê hîna jî tu pêşketin tuneye. Em dest ji dozê bernadin û em ê dosyayê bişopînin. Di dosya Îpek Er jî gumanbar Musa Orhan nehat cezakirin. Gelek jin tên qetilkirin. Her roj tundî li jinan tê kirin.”   ‘Em ê şopdarê dosyayên jinan bin’   Şafak Erkmen Ozanli diyar kir ku polîs û mekanîzmayên têkildar li şûna jinan biparêzin gumanbaran diparêzin û got: “Tevî ku jin dibêjin wê bên qetilkirin, biryara durxistinê didin. Lê tu garantiya vê tuneye. Yek ji jinên hat qetilkirin Gonul bû. Kiryar ji 11’emîn pakêta darazê ji girtîgehê derket û Gonul qetil kir. Divê şopandina vê bêkirin. Em ê şopdarên dosya Gulîstan, Rojîn, Îpek û hemû jinan bin.”