Li Şêranê meşa ‘Dem dema azadiya jinan e’ 2026-04-21 14:52:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star meşek bi dirûşma "Dem dema azadiya jinan e" li Şêranê hat lidarxistin.   Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star ên navçeya Şêranê ya Kobanê meşek bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” û her wiha ji bo bîranîna pêşmergeya şehîd Xezal Molayî bi amadebûna bi sedan jinên ciwan, xwendekar û rêxistinên jinan li dar xist.   Meşê li pêşiya Meclisa Navçeya Şêranê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan, wêneyên Xezal Molayî û yên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Berxwedan jiyan e","Yek e yek e û gelê Kurd yek e" berz kirin.   Meşê heta Hewza Avê dewam kir. Li wir piştî rêzgirtinê endama Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Omer daxuyaniyek xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star vê bûyerê şermezar dikin, hêza xwe bikin yek û hem nirxên gelên Rojavayê Kurdistanê biparêzin û dibêjin hemû jinên kedkar, xwendekar, ciwan, dayik ên vê axê hem ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk pêşengiyeke xurt bikin. Li ser vî esasî em bang li hemû jinan dikin û dibêjin "Dem dema azadiya jinan e.”   Piştî xwendina daxuyaniyê meş bi dawî bû.