Lêpirsîna derbarê Gulîstan Doku de 2 kesên din jî hatin binçavkirin 2026-04-25 08:52:49   DÊRSIM - Lêpirsîna derbarê Gulîstan Doku de berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsinê de du kesên ku di Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê de di beşa teknîkê de dixebitin hatin binçavkirin.    Têkildarî lêpirsîna doza xwendekara pola 2’emîn a Zanîngeha Munzurê piştî 6 salan pêşketinên nû tên jiyîn. Piştî derketin holê ku daneyên ku nîşan didin Gulîstan Doku beriya winda bibe ketiye li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê û piştî ku tomarên sîstemê yên wê rojê hatine jêbirin, Wezareta Tenduristiyê lêpirsîn da destpêkirin.   Her wiha derbarê xebatkarên teknîkê Burçîn Yerlîkaya û Yucel Erdem biryara binçavkirinê hat dayîn.