‘Heta dosyayên Gulîstanan, Rojînan ronî nebin wê têkoşîn bidome’ 2026-04-25 09:03:04   ÎZMÎR - Dildara Mor Çati parêzer Ceren Akkaya da zanîn ku di ser dosyayên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş re bêcezahiştin veguheriye polîtîkayeke sîstematîk û got ku ji ber di dosyayên mirinên bi guman de lêpirsînek bi bandor nayê meşandin, ev di wijdana rayagiştî de bêbaweriyeke mezin diafirîne.   Di dosya xwendekara zanîngeha Muznurê Gulîstan Doku ku 6 sal berê li Dêrsîmê hat windakirin de di 13’ê Nîsanê de geşedanên nû pêk hatin. Di çarçoveya lêpirsîna ku di nav de Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel jî heye  gelek kes hatin girtin.    Her wiha xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî di 27’ê îlona 2024’an de winda bû û 18 roj şûnde di 15’ê cotmeha 2024’an de cenazeya wê hat dîtin. Lêprisîna der barê mirina bi guman a Rojîn Kabîaş de ev salek e biryara veşartinê li ser e û di rapora ATK’ê de DNA’yê aydê du mêran hatin tespîtkirin. Pêşketina dawî ya di dosyayê de pêk hat, rapora der barê telefona şandin Ispanyayê bû. Di raporê de hat gotin ku şîfreya telefonê nehatiye vekirin.   Dildara Mor Çati, parêzer Ceren Akkaya der barê dosyaya Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş de axivî.   ‘Ser dosyayê tê girtin?’   Ceren Akkaya da zanîn ku piştî 6 salan şûnde ji ‘mirina bi guman’ wêdetir îhtîmala qetilkirina jinê bi awayekî xurt derketiye holê û divê ev bi vî awayî bê nîqaşkirin. Ceren Akkaya wiha got: “Dosya bi salane bi têkşoîna malbat û rayagiştî di rojevê de ma. Pirsa ‘Gulîstan Doku li ku derê ye?’ bi israr hat pirsîn. Di vê pêvajoyê de gumanên cuda hebûn. Malbatê ji destpêkê de got ne întîxar e û têkoşîna xwe meşandin. Em îro li lêpirsînê dinêrin, em hewldana malbatê çiqas girîng e zelal dibînin.Di asta îro de em her tiştî dibînin. Di dosyayê de gumanên din jî hene. Pêvajoya hiqûqî didome. Gumanên wiha ne tenê di dosya Gulîstan Doku de di ya hemû mirinên bi guman yên jinan de tên dîtin.”   ‘Lêpirsîn divê xwe bispêre saziyan’   Ceren Akkaya di berdewamiyê de diyar kir ku berpirsyariya esas a dewletê meşandina lêprisîneke bi bandor e û got piranî dosya bi têkoşîna malbat, saziyên civaka sivîl û çapameniyê di rojevê de tên hiştin û pêş dikevin. Ceren Akkaya wiha pê de çû: “Îro dosya Gulîstan Doku ji nû ve hat rojevê û ev gelek tiştî nîşan dide. Her wiha dosyaya Rojîn Kabaîş .Malbat dibêje ‘keça me întîxar nekiriye' û têkoşînê didomîne. Têkoşîna li dijî tundiyê bi nêzîkatiyeke yekitiyê pêkane. Divê polîs, cenderme, daraz, civaka sivîl bi kordîneyî bixebitin.Di vir de rola rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, baroyan û çapemeniyê krîtîk e.”   ‘Bêcezahiştin cesaretê dide gumanbaran’   Ceren Akkaya daxuyakirin ku Peymana Stenbolê girîng e û got: “Feshkirina peymanê  baweriya rayagiştî şikand û cesaret da gumanbaran. Ger ku lêpirsînek bi bandor tune be û gumanbar bê ceza bên hiştin ev ji gumanbaran re deriyekî vedike. Tevgera jinan li Tirkiyeyê tevî hemû zextan têkşoîna xwe didomîne. Heta ku dosyayên Gulîstanan, Rojînan ronî nebin wê têkoşîna me bidome.”