Ji bo bajarên bi ewle: JINMAP 2026-04-25 09:04:56   Pelşin Çetînkaya   AMED - Bi pêkanîna JINMAP-ê ya ku li Amedê hatiye bicîhkirin, deverên ne ewle dê nexşeya wan bê derxistin û şaredarî dê li gorî pêdiviyên jinan ji bo bajarên ewletir projeyan pêş bixe.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî bêewlehî û newekheviya ku jin li qadên giştî pê re rû bi rû dimînin, di çarçoveya “bajarê jinan” de gaveke dîjîtal avêt  û platforma dîjîtal JIN MAP ji bikaranîna jinan re vekir. Bi vê platformê  pirsgirêkên jin di jiyana rojane de dijîn wê bên dîtin. Bi vî awayî piştgiriya ji bo çareseriya di asta herêmî de tê hedefkirin.    Li ser nexşerê cih tê hilbijartin û bi saya agahdarkirinan yekîneyên têkildar yên şaredariyê wê bi lez aksyonê bigirin û wê mekanîzmayen biryarê yên jinan esas digirin bên avakirin. Nifûs, temen, asta perwerdehiyê û analîzên navçe û taxan yên jinan ji ser nexşeyê wê bi dîmen bên nîşandan.  JIN MAP li gorî standardê ku mirov dikarin xwe bigihîninê hatiye pêşxistin û wê bi çar zimanan xizmetê bide.   JINMAP çi ye?   Her jin dikare sepana JINMAP li ser telefona xwe daxîne û bi kar bîne. Dema ku sepan  tê vekirin, ew pêşî bikarhêner ber bi hilbijartina ziman ve dibe. Bi pêşkêşkirina vebijarkên zimanên Kurmancî, Kirmancî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî, sepan piştî hilbijartina zimanê bijarte ekranek agahdariyê nîşan dide. Ev beş rêyên bingehîn ên li ser ka meriv çawa sepanê bi kar tîne dihewîne. Piştî vê yekê, anketek kurt li ser bajarê bikarhêner tê pêşkêşkirin ku beşdarî afirandina daneyên herêmî dibe.   JIN MAP di van rewşan de tê bikaranîn    *"Di rewşên lezgîn de bi lez xwegîhandina alavên ragîhandinê,   *Ji bo ragîhandina qadên bi rîsk,   *Ji bo xwegîhandina cihên bi ewle (nexweşxane, navendên piştevaniya jinan, midûriyetên emniyetê, tesîsên şaredariyê).   Seroka Daîreya Bîlgî Îşlem Berçem Guzel der barê armanca pêkanînê de axivî.    Pêkanîn çi armanc dike?   Berçem Guzel da zanîn ku bi pêkanîna JIN MAP’ê ku armanc dike qadên bê ewle bidin xuyakirin, li ser daxwaz jinan bi teşe kirine û got: “Wek seroka jin a daîreyekê min xwest teknolojî  dijîtalbûnê ji bo jinan bidim bikaranîn. Me di vî warî de  JIN MAP pêş xist. JIN MAP pêkanîneke ku qadên ji bo jinan bê ewle, bêdeng bi rîsk bide nîşandan û ev gelek girîng e. Ji her hemû alavên dîjîtal mirov dikarin xwe bigihînin pêkanînê. Pêkanîna me ya mobîl bi dîzayna teknîkî ya dawî hat amadekirin û her kes dikare bi kar bîne. Herwiha  bernameyek pratîk e. Jin dikarin cihên xwe lê ewle hîs nakin ji me re ragîhînin. Em li şaredariya xwe vê dibînin û li daneyan dinêrin, bajarê xwe ligorî daneyan bi teşe dikin.”   Berçem Guzel di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev pêkanîn ji bo niha tenê li Amedê tê bikaranîn û ji bo bajarên din jî bik ar bînin hevdîtin tên kirin û wiha dawî lê anî: “Me JIN MAP bi çavkaniyên xwe yên xweser ava kir. Çavkaniyeke gelemperiyê nehatiye bikaranîn.Ji ber vê jî em kodên çavkaniyê bi şardariya xwe re parve dikin. Di çarçoveya qanûnî de em parve dikin û piştre jî dixwazin jinên li bajarên din jî dijîn bikevin vê bernameyê. Bê guman hinek sînorkirinên bernameyê hene. Niha tenê li Amedê jin dikarin bikevinê.”