Wezîrê Dadê: Me têkildarî 638 dosye û 693 cinayetan de lêkolîn da destpêkirin 2026-04-25 10:23:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Akin Gurlek, ragihand ku têkildarî 638 dosyeyên kiryar nediyar û 693 cinayetan de lêkolîn daye destpêkirin.    Piştî waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel, kurê wî û gelek kesên din ên tiliya wan di windakirina Gulistan Dokûyê de hebûn hatin binçavkirin û girtin, cinayetên kiryar nediyar b»n rojev. Wezîrê Dadê Akin Gurlek, têkildarî vê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyeke nivîskî belav kir.    Gurlek, têkildarî xebatên Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar ku nû hat vakirin, ragihand ku ji bo ronîkirina cinayetên kiryar nediyar xebat hatine destpêkirin. Gurlek destnîşan kir ku li seranserê welêt lêkolîn kirine û li 75 bajaran têkildarî 638 dosyeyên kiryar nediyar û 693 cinayetan lêkolîn dane destpêkirin.