Bi kooperatîfan jiyana kolektîf dihûnin 2026-04-29 09:02:58   WAN - Jinan bi piştevanî û kooperatîfan aboriya xwe bidest xistin û li dijî binpêkirinan jiyana kolektîf dihûnin.   Jin li dijî krîza borî ya her diçe giran dibe, betalî û şert û mercên bê ewle yên jiyanê û tevî newekheviya zayenda civakî jiyana nû ava dikin. Ligel keda malê ya nayê dîtin, jin li nav erdan, atolyeyan, kolanan, kargeriyan hemû barê giran hildigirin û tevî polîtîkayên zextê qadên îstîhdamê diafirînin. Bi modelên hilberîna hevpar, kooperatîfan hem aboriya xwe bi dets dixin hem jî li dijî binpêkirin û xiznaiyê xwe rêxistin dikin.   Di vê nûçeya xwe de em pratîkên hilberîna hevpar û piştevaniya ku jin bi koperatîfan ava dikin digirin dest.   Girîngiya koperatîfan a di alî jinan de   Kooperatîfa Jinan a Evîn ji bo jin tevli qadên jiyana komunal bibin derfetê diafirîne. Kooperatîfên ku derfet didin jin di baskên cuda yên kar de cih bigirin, bi keda xwe debara xwe bikin, dide, li dijî pergala serdest a mêr jî modela jiyana alternatîf diafirîne. Ev cihên bi vî rengî, derfeta ku jin li ser piyên xwe bisekinin û bibin xwedî gotin, diafrînin. Her wiha kooperatîf keda jinê jî didin xuyakirin û di avakirina jiyana azad û wekhev de rolek girîng dilîzin.   ‘Hişmendiya jinê di jiyana min de zindî bû’   Rêvebera kooperatîfê Yildiz Çetîn da zanîn ku koperatîf qada jiyana komunal e û got jin ji vir bi awayekî xurt derdikevin û azadiya aborî bi dest dixin. Yildiz Çetîn ev titş got: “Jin ji ber krîza aborî zehmetiyan dikşînin û jiyana wan teng dibe. Em li vir qadên îstîhdamê diafirînin, hêza jinan derdixin holê. Ev her qadeke ku her jinek hêza xwe dike yek e. Jin dikarin tiştên ku dixwazin bikin. Jin her tim di bin zexta serdest ya mêr de ne. Em dikarin dawî li van bînin. Bila jin bên vir û em li vir hêzê bidin hev. Vê kooperatîfê pir tişt hînî me kir. Têkoşîna jinan gelek tişt da me. Hişmendiya jinan di jiyana min de zindî bû.”   ‘Rihê li vir jiyana komunal datîne holê’   Yildiz Çetîn di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Jinên li kooperatîfê hilberînê dikin beramberê keda xwe digirin û kêfxweş dibin. Hevalên jin dema qezenca xwe digirin kêfxweş dibin. Dibêjin ‘em bi rehetî bi zarokên xwe re diçin sûkê û dan û standê dikin’. Dema karek hebe hevalên me hema wî karî dikin. Ev der ji bo jinan pir baş e. Ev rih jiyana komunal datîne holê. Em piştgiriyê didin hev, em hêza xwe dikin yek.”   ‘7 sal e bi çêkirina xwarinê debara xwe dikim’   Kedkara kooperatîfê Mevlude Ozgun jî  got bi salan di alî aborî de pirsgirêk jiyaye û got ew bi keda destê xwe li ser piyan e. Mevlude Ozgun ev tişt vegot: “7 sal e bi xwarinên destan debara xwe dikim. Li malê manti, kutilk çêdikim, difroşim. Min kooperatîfa jinan a Evîn piştre nas kir. Vê derê gelek tiştî fêrî me kir.Hevjînê min hat girtin min li zarokên xwe xwedî kirin. Me pir zehmetî kişandin.  Divê jin di her şertî de li ser piyên xwe bisekinin.”   ‘Li vî welatî jiyan zehmet e’   Mevlude Ozgun wiha berdewam kir: “Em nan, kultil, manti, erîşte çêdikin. Em li ser sîparîşan dixebitin. Jiyan pir bihaye. Em debara xwe bi zor dikin. Her tişt biha bûye. Kirê biha bûne. Li vî welatî jiyan zehmet e.  Barê jinan pir giran e. Li malê hemû bar li ser milê jinan e. Di heman demê de li zarokên xwe dinêrin. Ez li vir bi du hevalên xwe yên jin re dixebitim. Em piştgiriya hev dikin. Dema hewcedariya min hebe heval hema tên. Ji bo hemû jinên dixwazin bixebitin deriyê me vekiriye.Jin dikarin xwe li vir pêş bixînin. Xebat ji bo jinan gelek başe.  Gelek jinên mexdur hene. Ew dikarin werin vir û bixebitin. Bila pereyên xwe qezenc bikin. Xebat di alî psîkolojîk de jî başe. Jin tên gel hev û sohbetê dikin.”