Dê û bavê Gulistan Doku dê nimûneyên DNA bidin 2026-04-30 11:53:30   AMED - Ji dê û bavê Gulistan Doku ya hat qetilkirin di çarçoveya dozê de ji bo testa DNA'yê şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) û dê ji wan nimûne werin girtin.   Piştî şeş salan di ser lêpirsîna kuştina Gulistan Doku, xwendekara Zanîngeha Munzurê ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê winda bû, pêşketin berdewam dikin. Di lêpirsînê de 12 kes, tevî walîyê wê demê Tuncay Sonel, hatine girtin.   Her wiha, di çarçoveya lêpirsînê de, dayika Gulistan Doku, Bedriye Doku û bavê wê, Halit Doku, li ser talîmatên Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ji bo dayîna nimûneyên DNA'yê şandin Saziya Tiba Edlî (ATK).