‘Li Kurdistanê windakirina jinan ji aliyê çeteyan ve tên veşartin’ 2026-05-01 09:08:42   Elfazî Toral   STENBOL - Jinan bertek nîşanê polîtîkaya bêcezahiştinê ya di dosyayên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş dan û diyar kirin ku her mirinek bi guman cînayet e û gotin wê li dijî zîhniyeta serdest ya ku gumanbaran vedişêrin têbikoşin.   Li Tirkiyeyê mirinên jinan yên wek bi guman derbasî qeydan dibin, di nokteyên ku mekanîzmayên darazê bê bandor dimînin de di serî de jin û hemû civak dikeve lêgerîna edaletê. Komîsyonên edaletê, ne tenê wek yekîneyên şopandina hiqûqî heman demê de xet û îtîraza li dijî qetilkirinên jinan jî pêş dixîne.   Bi taybet li Kurdistanê di bin navê ‘întîxarê’ de mirinên bi guman yên jinên Kurd hewl tên dayîn bên veşartin. Jinan der barê mirinên bi guman yên jinan de ji JINNEWS’ê re nirxandin kirin.   ‘Em di wê baweriyê de ne ku serdestiya mêr têk bibin’   Nûnera Partiya Sosyalîst (SOLDEP) Bariş Bîlgen da zanîn ku Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş întîxar nekirine û gumanbar bi salane hatine veşartin. Bariş Bîlgen wiha got: “Em ne edaleta mêr em edaleta rast dixwazin. Divê gumanbar bên dîtin û darizandin. Divê ji rewşa baş fêdeyê negirin. Li welat her roj jin tên qetilkirin. Jinên ciwan winda dibin. Bi guman jiyana xwe ji dest didin. Dibêjin întîrxar, serê bûyerê digirin. Em ê her tim li dijî van cînayetan dest ji têkoşînê bernedin. Têkoşîna me wê bidome. Em ê jinên sosyalîst her tim li qadan dengê xwe bilind bikin. Em ê  baviksalariyê, serdetiya mêr têk bibin.”   ‘Bi salan aqûbeta Gulîstanê ronî nekirin’   Ji Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku Edalet, Sîmay Adakart diyar kir ku mirinên bi guman yên jinan û qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin û wiha pê de çû: “Gumanbar tên parastin. Mînaka herî şênber ya Gulîstan Doku ye. 6 salan aqûbeta wê nehat ronîkirin. Ji ber çete hat parastin. Kujer hatin parastin. Gotin Gulîstanê întîxar kiriye. Me Komîsyona Ji bo Gulîstan Doku Edalet ava kir. Me got Gulîstan ne di golê de ye. Bi israr aqûbeta Gulîstanê ronî nekirin. Pêşketinên di dosya Gulîtsanê de ji têkoşîna jinan serbixwe nîne. Rojîn Kabaîş jî hat qetilkirin. 18 meh in di dosya wê de tu pêşketin tuneye. Me hesabê Gulîstanê pirsî, em ê yê Rojînê jî bipirsin û têkoşînê bidomînin.”   Têkoşîna bi israr a jinan   Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst Aze Denîz Akşar jî ev nirxandin kir: “Komîsyonên Edaletê yên ji bo Şule Çet, Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîş û hemû mirinên bi guman yên jinan, pratîka hesabpirsîna kujer kîne ye. Me di dosya Gulîstan Doku de jî wek her tim dîsa dît. Bi taybet em di dosyayên jinên li Kurdistanê tên windakirin de dibînin. Bi taybet di van dosyayan de torek berfireh ji polîs bigirin heta wezîran heta nexweşxaneyan çeteyek heye û ev bûyer bi vî awayî tên veşartin. Jin bi destê torek berfireh tên qetilkirin. Serê bûyeran tê girtin. Me ev di dosya Gulîstan Doku de dît.  Ev 6 sal inem dipirsin, em hîna jî dipirsin. Em tu carê dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê hesab bipirsin.”