Li bajaran çalakiyên Terteleya Dêrsimê: Dê têkoşîna heq û edaletê bidome 2026-05-04 22:17:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran bi boneya salvegera Terteleya Dêrsîmê çalakiyên  bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku têkoşîna ji bo heqîqet û edaletê dê bidome.   Bi boneya 89emîn salvegera Terteleya Dêrsîmê, çalakiyên  bîranînê hatin lidarxistin. Gelek kes tevli çalakiyan bûn û peyama domandina lêgerîna heq û edaletê hatin dayin.   Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê bi boneya 89emîn salvegera Terteleya Dêrsîmê, li Qada Şêx Seîd bernameya bîranînê li dar xist. Endam û nunerên saziyên civakî, komele û hevserokên DBP û DEM Parti yên Amedê tevli bernameyê bûn. Di bernameyê de mase hat dayîn, li ser masê find hatin pêxistin û bi kulîlkan hat xemilandin. Her wiha pankarta “Me Terteleya Dêrsîmê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin” hat vekirin. Beriya daxuyaniyê ji bo şehîdên terteleyê deqîqeyek rêz hat girtin. Metna daxuyaniyê bi Tirkî Hevseroka Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Ayfer Ayten, Kurdiya wê jî Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Abdullah Sagir xwend.   ‘Gelê Dêrsîmê wekî ‘tertele’ bi nav dikin’   Abdullah Sagir da zanîn ku Terteleya Dêrsîmê ne ku bi biryara civîna wezîran di 4ê Gulana 1937an de hatibû girtin û di 1938an de jî gihîştî bû asta herî jor û ev tişt gotin: “89 sal berê di dîroka herî tarî ya Komara Tirkiyeyê de bi navê zagona Tûncelî di erdnîgariya Dêrsimê de operasyona qirkirin û sirgûnkirina birêkûpêk hate pêkanîn. Bi hezaran kurdên Rêya Heq tevlî jin, zarok, kal û pîran hatin kuştin, bi sedan gund hatin şewtandin û wêran kirin, hezarên wan bi darê zorê ji warên wan hatin derxistin û sirgûnkirin, bi hezaran zarok, bi taybetî keçik ji malbatên xwe hatin qetandin, di bin navê kodîkiyê de hatin asîmîlekirin û helandin. Ev operasyona bêrehm û xedar di zimanê gelê Dêrsîmê de wekî ‘tertele’ hatiye binavkirin.”   ‘Ev teretele di koka xwe de derbeke giran e’   Abdullah Sagir diyar kir ku Terteleya Dêrsimê, ne bi tenê operasyoneke leşkerî ye, di heman demê de êrişeke sazkirî li dijî nasname, bawerî, çand û hebûna gelekî ye û wiha got: “Ev hereket di koka xwe de derbeke giran e ji bo dadmendî û merhemeta ola îslamê. Lewre îslam, parastina mafê bindestan, rawestina li dijî zilimê û qedexekirina kuştina merivên bêguneh emir kiriye. Ayeta Mayîde ya 32yem “kî zindîkî bi neheqî bikujê wekî ku hemû zindiyan bikuje” bi aşkere nîşan dide ku komkujiyên weha li dijî edaleta xwedayî çiqas gunehên mezin in. Ev heqîqeta dîrokî hê jî bi tevahî nehatiye ronî kirin, bi fermî nehatiye qebûl kirin û nehatiye hevrûbûn. Têgihîna Îslama demokratîk di vê xalê de li dijî veşartina heqîqetê, nixamtina zilmê û neheqiya li dijî mezlûman rawestiya ye. Îslama resen û rastîn, xwe dispêre şêwr, dadmendî, piranîparêzî û aştiyê, tu dem zordestiyê amûrîze nake. Têkoşîna me ya ji bo heqîqet û edaletê dê bidome.”   ‘Em keçên windabûyî yên Dêrsîmê’   Abdullah Sagir bi boneya vê rojê bang li rayedaran kir û ev tişt anî ziman: “Em 89 sal paşê îro dîsa diqîrin û dibêjin: Em hemû merivên ku di Terteleya Dêrsîmê de hatine kuştin bi rêz, spasdarî û rehmetê bi bîr tînin. Berxwedana birûmet a Seyîd Riza û hevalên wî û gotina wî ya ku dibêje “Min li ber derew û xapandinên we re serî netewand,ev ji min re bû kul, lê min jî li ber we çok nedanî, ev jî ji were bila bibe kul” ji bîr nakin. Em keçên windabûyî yên Dêrsîmê, zarokên ku bi darê zorê ji dayik, bav, xwişk û birayên xwe hatine qetandin ji bîr nakin û em ê ji bîr nekin.”   Daxuyanî pişî axaftinan bi dawî bû.   Îzmîr   Li Îzmîrê bi pêşengiya HDK û DEM Partiyê 89emîn salvegera Terteleya Dêrsîmê hate şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ev pêvajo ne tepisandina serhildanê ye; operasyoneke tunekirina gel e.”   Bi pêşengiya Meclîsa Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û tevlîbûna Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Komeleya Hiquqnasên Azadixwaz (OHD) Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyan, 89emîn salvegera Terteleya Dêrsîmê li Karşiyaka ya Îzmîrê hate şermezarkirin.       Girseya Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu jî hebû ji ber avahiya DEM Partî ya Karşiyakayê heta îskeleya keştiyê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Tertele Dêrsîm Xo Vîra Neke”, “Dêrsîm ,Zîlan, Koçgirî nayên jibîrkirin“ hatin berzkirin. Her wiha pankarta ku wêneyên Seyîd Riza, Elîşêr û Zarîfe lê bûn hatin hilgirtin. Girseya ku gihîşt îskeleyê ji bo qurbaniyên komkujiyê deqeyekê rêz girtin. Hunermend Bulent Kiliç ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane stranan got.   Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu di çalakiyê de axivî û got ku pêvajoya 1937-38an, wekî ku di gotinên fermî de tê gotin, ne serhildana tepisandinê ye lê rasterast polîtîkayeke tunekirinê ye. Kenanoglu, bi taybetî li ser nîqaşên ku li ser Seyîd Riza tên kirin sekinî û got: “Her kes serhildana Seyîd Riza dipeyive, lê komkujî bi xwe di 1938an de qewimî. Ev pêvajo ne tepisandina serhildanê ye; operasyoneke tunekirina gel e.”   Alî Kenanoglu bal kişand ser binpêkirinên giran ên mafên mirovî yên di dema Terteleya Dêrsîmê de û got ku zarok û keçikên Dêrsîmê ji malbatên xwe hatine veqetandin û dane malbatên leşkeran, û hewl hatiye dayîn ku gelê herêmê ji nasnameya xwe ya Kurd û Elewî were dûrxistin.   Alî Kenanoglu diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Elewiyên Dêrsîmê tên meşandin, îro jî didomin û got ku yên ku qewimîn “encama hişê dewletê yê tekparêzî” ye.   Li ser navê girseyê daxûyanî ji aliyê Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk Firat Dîkmen ve hate xwendin. Firat Dîkmen banga ji bo maf, edalet û hevrûbûnê kir û daxwazên xwe wiha rzê kir: “Cihên gorên Seyîd Riza û pêşengên Dêrsîmê yên hatine îdamkirin bên aşkerekirin, cenazeyên wan radestî malbatên wan bikin. Divê arşîv bên vekirin, navê Dêrsîmê bê vegerandin.  Lîste û qedera sirgûn, winda û zarokên me yên hatine revandin bên aşkerekirin. Polîtîkayên şer, tundî û asîmîlasyonê yên bên bidawîkiirn û ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji bo hemû gel û beşên civakî sûdmend e, gavên şênber, samîmî û qanûnî bên avêtin.”   Çalakî bi pêxistina findan û belavkirina loqmeyan bi dawî bû.   Stenbol   Komeleya Hawirdor a Dêrsîmê bi boneya 89an salvegera Terteleya Dêrsîmê daxuyanî da û got: “Terteleya Dêrsîmê li dijî mirovahiyê pêk hatiye. 4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e.”   Komeleya Hawirdor a Dêrsîmê bi boneya 89emîn salvegera Terteleya Dêrsîmê, li Îskeleya Kadikoyê ya Stenbolê daxuyanî da. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, DEM Partî, komele, saziyên civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ma, Qi thaba xo virra nêkerd ma, qi thaba ef nêkerd” hate vekirin. Bername ji bo qurbaniyên Dêrsîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.   ‘Zihniyeta Kemalîst-Îttîhatî sûcdar in’   Daxuyanî ji aliyê rêveberê Navenda Lêkolînê ya Dêrsîmê Alîşan Onlu ve hate xwendin. Alîşan Onlu diyar kir ku 4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e û got: “Bi ‘Tevgera Tenkilê a Tunceliyê’ biryara komkujiya komî hate dayîn û paşê Dêrsîm hate bomberankirin. Bi sedema bombebaranê hezaran kes hate kuştin. Hezaran Dêrsîmî hate koçberkirin, zarok wekî xenîmet hate revandin. Zihniyeta Kemalîst-Îttîhatî sûcdar in. Ji bo Dêrsîmiyan 4ê Gulanê roja reş e. Cîhana modern çavê xwe girt, kes dengê me ne bîhist. Bêçare em ketin rê û em hatin kuştin. Di av û çemên me de çend rojan xwîn herîkîn. Çand û zimanê me rastî polîtîkayên bişaftinê ma. Em bang serdema hemdem dikin ku dibê ji pêşeroja xwe re hevrê were.”   ‘Bila arşîv werin vekirin, navê Dêrsîmê lê vegerînin’   Alîşan Onlu anî ziman ku tevahî welatên cîhanê bi sûcên xwe re hevrû hatin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji bo tiştên ku salên 1937 û 1938an qewimîne lêborînê dixwazin. Ji bo ewqas êşan lêborînek ne zêde ye. Tevahî ev tişt dê bi aştiya civakî û xwişk-biratiyê pêk werin.  Bi wesileya 4ê Gulanê Roza Şiyayê di şexsê Seyîd Riza, Elîşer û Zarîfe di hizûrê wan de tevahî windayên xwe bi bîr tînin. Daxwaza xwe ya heq, dad û hevrûbûnê dîsa tînin ziman. Bila arşîv werin vekirin, navê Dêrsîmê lê vegerînin. Cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin aşkere kirin.“   ‘Terteleya Dêrsîmê li dijî mirovahiyê pêk hatiye’   Paşê Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku Terteleya Dêrsîmê tu carî nayê jibîrkirin û got: “Em çi bibêjin wateya Terteleya Dêrsîmê naynê ziman. Dêrsîm ne tenê komkujiya li erdnigariya Kurdistanê pêk hatiye. Dêrsîm yek ji wan e, hezaran kes bi awayekî hovane hatin kuştin. Terteleya Dêrsîmê li dijî mirovahiyê pêk hatiye. Divê heqîqet were derxistin holê. Lêborîn daxwaza Dêrsîmiyan e, ev daxwaza me ye jî.”   Piştî axaftinan kilam hat gotin, loqme hat belavkirin. Di dawiyê de jî ji bo qurbaniyên Dêrsîmê qurnefîl avêtin deryayê.