Pêşniyara naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd hat kirin 2026-05-05 12:04:56   ENQERE - Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî destnîşan kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de niha dema pêvajoya çêkirina qanûnan e û got: “Statuya Abdullah Ocalan divê were diyarkirin. Ev mijar ji bo me girîng e. Divê pirsgirêka statuya Abdullah Ocalan were çareserkirin.”   Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî. Devlet Bahçelî bi lêv kir ku parastina aştiyê ne wateya lawazbûnê ye û helwesta aştiyê ya Tirkiyeyê nayê wateya dê mafên xwe yên li Kibrisê û Derya Spî neparaz in. Devlet Bahçelî anî ziman ku di nav van geşedanan de divê Tirkiyeyê ji aliyê aborî, çandî û civakî ve seferber bibe û pêvajoya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di vir de cihekî girîng digire.   Pêvajoya çêkirina qanûnan   Devlet Bahçelî da zanîn ku ye ji mijara herî girîng mijara çareseriyê ye ku di bin banê Meclîsê de were birêvebirin û got: “Komîsyona Meclîsê rapora xwe ya hevpar derxist û xebatên xwe bi dawî kir. Pêşveçûna pêvajoyê bi qanûnan ve pir girîng e. Niha di dorê de pêvajoya çêkirina qanûnan heye. Meclîsa me dê dest bi çêkirina qanûnan bike. Ji her partiyê dê pêşniyazî bên girtin û çerçoveya çêkirina qanûnan dê li gorî vîna gel bê diyarkirin. Di vê pêvajoyê girîng de divê kes miletê me ji hev dûr neke, dijber neke û tu kes li ser bîranîna şehîdên me hamasetê neke û biratiya me xira neke.”   ‘Divê pirsgirêka statuyê ya Abdullah Ocalan bê çareserkirin’   Devlet Bahçelî anî ziman ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê girîng e û ev yek anî ziman: “Statuya Abdullah Ocalan divê were diyarkirin. Ev mijar ji bo me girîng e. Ev yek divê neyê piştguhkirin. Divê ev berbiçav bibe. PKKê bi merasîmekê çekên xwe şewitandibû. Ew dîrokî bû û PKKê piştgiriya pêvajoyê kiribû. Heke em bixwazin pêvajo birêve biçe û hemû endamên rêxistinê çekên xwe deynin, divê refleksên demildest bên nîşandan û hestiyariyê û li gorî medyaya sanal tevnegerin. Heke ji bo Abdullah Ocalan pirsgirêka statuyê hebe divê ev pirsgirêk bi awayekî ji bo başiya Tirkiyeyê bê çareserkirin û bikin rojeva xwe. Divê navê mekanîzmayeke ku ji bo vê were avakirin jî bi awayekî hiqûqa biratiyê û demokrasiyê pêk bînê bê avakirin. Divê navê wê jî ‘Pêvajoya Aştiyê û Koordînatoriya Siyasî’ be. Hêviya me ew e ku Rêberê Sazumankarê PKKê di bin statuyekê de peywîra xwe bi cih bîne.”   Bahçelî peyam da desthilatê   Devlet Bahçelî li ser polîtikayên desthilatê jî wiha got: “Divê Tifaqa Cumhur weke hev tevbigere. Divê hemû wezaret weke eniyekê tevbigerin. Divê pêvajo di nav sînorên teng de neyê girtin û bi hesabên biçûk û berjewendiyên partiyê ve nayê sînorkirin. Birêvebirina Tirkiyeyê cîdiyetê dixwaze. Xwestina-talîbûna dewletê jî wisa erzan nîn e.”