Li Sêwregê dîrok dibe sergo 2026-05-11 09:07:34   Evîn Çîftçî   RIHA - Li navçeya Sêwreg a Rihayê Hemama Abdal Aga ji ber bê eleqebûnê veguheriye qada sergo.   Li Kurdistanê li her gava tê avêtin şopên dîrokî hene û li dijî vê jî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê hedef dike vê bîrê paqij bike. Qadên dîrokî nayên restorekirin û nayên parastin. Terkî tunebûnê tên kirin. Li Rihyê cihên dîrokî bi vê nêzîkatiyê tên tunekirin.     ‘Em di destpêka dîrokê de veşartî ne’   Yek ji riyên esas ên înkarkirina hebûna gel; tunekirina ziman, dîrok û çandê ye. Li Kurdistanê mînakên vê gelek zêde ne. Di berhema ‘Dîrok di roja me de em di dîrokê de veşartîne’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di salên 2000’î de ji weşanên Aramê derketiye de jî tê diyarkirin ku dîrok wek pêvajoyeke dînamîk e.     Wek sergo tê bikaranîn   Hemam Abdal Aga ya dîrokî ya li navçeya Sêwregê ya Rihayê ye, ji ber wêrankirinê hildiweşe. Dîroka çêkirina wê tam nayê zanîn lê li gorî hinek çavkaniyan di dema Osmaniyan de ev hemam hatiye çêkirin û bi biryara hejmar 3342'yan a Lijneya Parastina Hebûnên Çandî ya Amedê ve di bin parastinê de ye lê tevî vê nayê restorekirin. Hemama Abdal Aga ya li hember Keleha Sêwregê ye, ne tenê avahiyeke dîrokî ye di heman demê de mînaka şênber a îhmalkariyê ye jî. Nava wê tije çop e û ji derdora wê bîhn tê. Ji ber bêeleqebûnê beşek mezin texrîb bûye.