Funda Demîr: Perwerdehiyek wekhev û azad ferz e 2026-05-14 09:07:35   Aycan Metîn   WAN - Hevsreoka Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt, got bi qedexeyan û peywirdarkirina polîsan a demokî pêşî li çareseriya tundiya li dibistanan nayê girtin û got: “Çavkaniya tundiyê, polîtîkayên dij-demokratîk û piyasayê ye. Divê modela perwaerdehiya demokratîk û azad bikeve jiyanê. Aştiya civakî divê ji dibistanan dest pê bike.   Tundiya ku bi êrîşên li hember dewletan derket holê, carek din nîşan da ku civak bi polîtîkayên neyînî tê bi rêvebirin û saziyên demorkatîk banga tedbîr û planên lezgîn dikin.   Di 20 salên dawî de di pergala perwerdehiyê de guherînên hatin kirin, xwendekar bi hev re kirin pêşbirkê, xistin reqabetê û xwendekar wek hêza erzan a kar hatin xebitandin. Bi van guherînan re pirsgirêkên derketin holê, wek tundî tên dîtin. Li Sêwreg a Rihayê û li Mereşê di êrîşên li hember dibsitanan de gelek kes hatin qetilkirin û birîndar bûn.   Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Wanê Funda Demîr Bozkurt der barê pirsgirêk û qelsiyên di perwerdehiyê de ji ajansa me re axivî.   Funda Demîr Bozkurt bi êrîşên li hember dibistanan pirsgirêka giştî ya pergalê derketiye holê û demên dawî de êrîşên tên jiyîn girêdayê krîza pergalê ne.  Funda Demîr Bozkurt wiha domand: “Ji ber pergala perwerdeyê dij-demokratîk, mamoste bê îtîbar tên hiştin, ewlehiya dibistanan tune ye, polîtîkayên bêcezahiştinê, zimanê tundiyê yê tê bikaranîn û gelek sedemên din nikarin bên rêzkirin. Ji ber ji bo zarokan bernameyek piştgiriyê nayêkirin, cihên wek tarîkat, cemaet û komele tên vekirin û ji perwerdehiya cemawerî durketin hete êrîş û tundî jî zêde bûye.”   ‘Nêzî 40 êrîşê pêk hatin’   Funda Demîr Bozkurt ev tişt anî ziman: “Êrîşên hatine kirin ne yên ewil in û munferîtin. Kedkarên perwerde û xwendekar demek dirêje terkî qadên bêewle hatinekirin. Li wan, Stenbol, gelek bajarên din ev bûyerên tundiyê tên jiyîn. Ev tê vê wateyê ku dibistan ne qadên ewle ne.”   ‘Bi anîna polîsan pêşî li tundiyê nayê girtin’   Funda Demîr Bozkurt got wek kedkareke perwerdê di hevdîtinên bi xwendekaran re dikin, bi zarokan re fikar û tirsê dibînin û wiha got: “Zarok ditirsin û bifikarin. Ev jî tê li ber fobiya dibistanê vedike. Wezaret dema krîzan de mudaxaleyek bi bandor nake. Bi qedexeyên weşandan û peywirdarkirina polîsan ev pirsgirêk nayê çareserkirin.”   ‘MESEM’an karkeriya zarokan zêde kir’   Funda Demîr Bozkurt destnîşan kir ku wek Egîtîm Senê ‘Dekleraysona Dibistana Bêtundî’ weşandine û der barê gelek prisgirêkan de pêşnûmepirs dane. Funda Demîr Bozkurt balkişand ser MESEM’an jî û wiha pê de çû: “Her sal bi dehan zarok di MESEM’an de jiyan axwe ji dset didin. Pêkanînên wek ÇEDEES’ê li ser xwendekaran travmayên mezin diafirîne û bi zarokan bi saîkên îdeolojîk hedef digirin. Divê demidlest pergala bi navê ‘ Sedsala Tirkiyeyê Modela Maarîf’ bê rakirin. Divê modela azad û demorkatîk bikeve jiyanê.”   ‘Divê aştiya civakî ji dibistanan dest pê bike’   Funda Demîr Bozkurt balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bi lêv kir ku ji bo hawireke aştiyê ya mayînde û wekhev ava bibe divê hemû sazî demokratîk bin. Funda Demîr Bozkurt her wiha diyar kir ku divê aştî ewil ji dibistanan dest pê bike û  azadî û demokratîkbûn wê aştiyê bîne.