ROJEVA 21'Ê GULANA 2026'AN 2026-05-21 09:00:00     * Ji TJA'yê, Başak Saridal li ser komînên jinan ên xebata wan li gorî komînên ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine pêşniyarkirin berdewam dike, nirxandin kir û got, "Komînîbûn civakîbûn e. Jin hewce ne ku di her warî de komînan ava bikin. Ji ber ku, tenê bi komînîbûnê em dikarin rêyên çareseriyê ava bikin." DÎMEN HEYE    *Jinên Payîzava yên di Hevdîtina Bihar û Jinan de hatin gel hev diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û gotin: “Em dixwazin Serokê me li gel me be. Çavên me li rêya Serokê me ye.” BI DÎMEN    *Parêzer Psîkolog Hatîce Gok da zanîn ku zarok ne kesên divê tenê bên parastinê, kirdeyên xwedî gotinê ya vî bajarî ne û got divê bi zarokan re zemîna jiyan û polîtîkayekê bê avakirin. DÎMEN HEYE   * Di lêpirsîna Gulistan Doku de, parêzerê Zainal Abakarov diyar kir ku muwekîlê wî ji ber zexta midûrê emniyetê derketiye derveyî welat û ew dîsa hatiye vegerandin û got ku ev yek dikare bi qeyden telefonê jî were îspat kirin.