Bernameya piştgiriyê ya bi Weşanxaneya Sîtavê re 2026-05-21 18:56:40   WAN - Şaredariya Rêya Armûşê, saziyên wêje û ziman û kedkarên perwerdeyê ji bo piştgiriya bi Weşanxaneya Sîtavê re li Galeriya Hunerê çalakiyek li dar xistin û banga tevlibûna “Rojên Pirtûkan” kirin.   Şaredariya Rêya Armûşê, Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR), Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Weşanxaneya Sîtavê û Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê, ji bo piştgiriya bi Weşanxaneya Sîtavê re li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê çalakiyek li dar xist.  Di çalakiye de amblem û logoyên Wesanxaneya Sîtavê hatin daliqandin û standên pirtûkan hatin danîn. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da.   Bi dehan nivîskarên Serhedê, mamosteyên zimanê Kurdî û siyasetmedaran di çalakiyê de cih girtin û ji standan pirtûk standin. Dê di çarçoveya heman çalakiyê de dê di navbera 22 û 24’ê gulanê de “Rojên Pirtûkan” li Parka Hunerê bê lidarxistin. Di çalakiyê de bangawazî hat kirin ku gel di van rojan de xwedî li pirtûkên Kurdî û weşanxaneyên xwe derbikevin.