Dê bibin kirdeya aştiyê' 2026-05-23 09:07:14   Melîke Aydin   STENBOL - Ferîde Eralp got nakokiya herî mezin a di pêvajoyê de tê jiyîn di navbera pergala serdest a mêr û xeta azadiya jinê de tê jiyîn û got wê jin destûrê nedin pergala serdest.   Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiwiya Min bi Aştiyê heye, li her derê Tirkiye û Kurdistanê bi hemwext bi dirûşmeya "Em di aştiyê de israr dikin" daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de 5 daxwazên esas hatin rêzkirin û hat diyarkirin ku ew di têkoşîna li dijî serdestiya mêr de têkoşîna azadiya aştiya civakî de israr dikin. Endama Înîsiyatîfê Ferîde Eral der barê mijarê de axivî û got divê pêvajoya aştî û wekheviya zayenda civakî bi hev re bê dest girtin û got divê jin wek kirdeya aştiyê li ser maseyê cih bigirin.   Ferîde Eralp da zanîn ku li cîhanê hikûmet û dewlet xwedî projeya desthilatdariyê ne û got: “Tu kes aştiyê bexş an jî diyarî nake. Li welatê me jî wisa ye. Li welatê me jî desthilatdariya ku li ser xetên fayê ya civakî hatine avakirin hene.   Nakokiya herî mezin...    Ferîde Eralp di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku nakokiya herî mezin di navbera pergala serdest ya mêr û xeta azadiya jinê de ye û wiha domand: “Ji ber şertên global, herêmî û jepolîtîk  hewce bi maseyek wisa hatiye dîtin û pêvajo hatiye destpêkirin. Ji bo aştiyeke mayînde, em kesên têkoşînê dimeşînin, xwedî berpirsyarine. Em dinêrin jin ji aliyê serdestiya mêr ve di bin zextê de tên girtin û ev jî wek xeta fay a esas dertê pêş e.”   ‘Em pêşerojê nabînin’   Ferîde Eralp daxuyakirin ku di pêvajoya li Tirkiyeyê de ne tenê bêparbûna demokrasiyê, êrîşên li hember destkeftiyên jinan jî zirarê didin zemîna aştiyê û wiha vegot: “Di her derfetê de desthilatdarî çav berdide mafên jinan yên aborî, nefeqeyê û yên din. Ji ber vê jî em jin dibêjin ku divê jin bibin kirdeya aştiyê. Niyet ame tune ye ku em pêvajoyê ji konsensura mêran re bihêlin.”   Ferîde Eralp di dawiya axaftian xwe de balkişand ser polîtîkayên şerê taybet û zirxa bêcezahiştinê û da zanîn ku divê li seranserê Kurdistan û welat zirxa bêcezahiştinê ya der barê peywirdarên cemawerî de tê girtin, bê şikandin û bi sûcên zayendî yên ku unîformayî pêk tînin re bên rû hev.