PENa Kurd şeva helbestê ya jinan li dar xist 2026-05-23 16:12:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Jinan a PENa Kurd bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi jinan re şeva xwendina  helbestên Kurdî li dar xist.   Komîteya Jinan a PENa Kurd bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi jinan re şeva xwendina  helbestên Kurdî li dar xist. Bi rêya onlineyê û bi moderatortiya endama PENa Kurd Rûkiye Ozmen şeva xwendina helbestên Kurdî hat lidarxistin. Jinên Kurd ên nivîskar bi zaravayên Kurdî, Kurmancî, Soranî û Zazakî helbestên xwe xwendin. Gelek jinên Kurd ji bajar û welatên cuda tevli bernameyê bûn û hestên xwe bi xwendina helbestê anîn ziman.   Jinên helbest xwendin evin: Mizgîn Bîngol, Diya Siyar, Xeylaza,Resid, Mizgîn Ronak, Kajal Ahmed, Diavala Ali, Fatêxan Taşli Tunç, Kevok Mizgîn, Roza Metîna, Lema Ali, Nesmil Ali Berznci, Nûrcan Delil, Gulîzar Feraî, Gulan Zozan, Gulistan Kanîreş, Seyrana Celad, Songul Akpinar, Diman Sorabi, Kristin Ozbay, Amîne Pîrozxan, Kurdiye Irgat, Elif Gemicioglu, Zinnet Dinçer.   Di bernameyê de jinan fikir û ramanên xwe yên derbarê ziman û wêjeya Kurdî de jî anîn ziman û gotin divê ji bo xurtkirina piştevaniyê bernameyên bi vî rengî her tim bên lidarxistin.   Temamiya bernameyê a li ser lînka  youtube yê dikare bê temaşekirin.