Jinên cîhanê dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin 2026-05-25 09:05:48   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Harîka Peker pêvajo nirxand û got ji bo serkeftina pêvajoyê divê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, statuya qanûnî bê nasîn. Harîka Peker got jinên cîhanê dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û divê deriyê Îmraliyê vebin.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û di ser pêvajoyê de salek zêde bû. Di demên dawî de şîroveyên ku pêvajo xitimiye bên kirin jî nîqaşên satuyê didomin. Jinên cîhanê dixwazin perspektîfa jinan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gotinên der barê jinan de bi hev re nîqaş bikin. Aktîvîsta Tevgera Jinan (TJA) Harîka Peker der barê mijarê de axivî.   ‘Neavêtina gavan pêvajoyê dixitimîne’   Harîka Peker der barê pêvajoyê de axivî û da zanîn ku salek û nîv berê pêvajo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: “Di vê pêvajoyê de gelek geşedan hatin jiyîn. PKK’ê xwe fesh kir û çek hatin îmhakirin. Lê pêşketin yek alî bûn. Dewletê gav navêt. Komîsyon hat avakirin, rapor hat amadekirin û encama wê hat parvekirin. Der barê raporê de sererastkirinek nehat kirin. Ev jî bê baweriyê diafirîne. Dibe sedema xitimandina pêvajoyê. Di her xitimandinê de Birêz Ocalan rê vedike. Hikûmet her carê gotinê tîne berdana çekan. Hikûmet xwe giran dike. Zirarê dide pêvajoyê. Ji bo rojnameger, aliyên cuda, muxalîf, saziyên civaka sivîl, jin û ciwan hevdîtinê bikin divê zemînek bê avakirin.”   Ji gelek aliyan daxwaza hevdîtinê heye   Harîka Peker destnîşan kir ku bi destpêkirina pêvajoyê re ji her alî daxwaza hevdîtinê heye û wiha pê de çû: “Ev hevdîtin wê ji bo fêmkirina pêvajoyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi bandor be. Hevdîtinên heta niha kêm bûn. Di asta ku dewletê dixwest de pêk hat. Divê gel bi Birêz Ocalan re raste rast bên gel hev, bi rayagiştî re parve bikin wê hîn bêtir bê fêmkirin. Hîna tu rojnameger neçûne Îmraliyê. Em wek jin, di bin banê TJA’yê de daxwaza hevdîtinê dikin.”   ‘Paradîgma Birêz Ocalan li dijî êrîşan bersiv e’   Harîka Peker bi lêv kir ku tecrîdeke 27 sal in didome heye û wiha anî ziman: “Jinan li dijî tecrîdê çalakî, kampanya û xebat meşandin. Me hewl da em paradîgmaya azadiya jinê ya birêz Ocalan fêm bikin û bidin fêmkirin. Perspektîfa jinan a Birêz Ocalan li dijî êrîşan bersivek e. Li dijî jinan her cureyê tundiyê heye. Ev paradîgma zirxa parastinê ye.”   ‘Naskirina statuyê naskirina pêvajo û gelan e’   Harîka Peker destnîşan kir ku naskirina statuya Abdullah Ocalan tê wateya naskirina gelan û pêvajoyê û wiha pê de çû: “Lê desthilatdarî hewl dide rewşa xwe ya heyî bidomîne. Ev nêzîkatî ne rast e. Ger pêvajoyek bê meşandin divê satuya hiqûqî û qanûnî ya Birêz Ocalan bê nasîn. Em naskirina statuya Birêz Ocalan wek statuya gelan dibînin. Em pêvajoyê giştî û di nava hev de digirin dest. Wek TJA'yê xebatên me yên der barê pêvajoyê de didomin. Li gelek deverên cîhanê bi rêxistinên jinan re xebatên me yên dîplomatîk hene.”