Peyamên Gulîstan Doku bêyî ku bên xwendin hatine jêbirin! 2026-05-25 09:06:48   Şehrîban Aslan   AMED - Di lêpirsîna Gulistan Doku de îfadeyên dayika Zaînal Abakarov Cemîle Yucer, bi qeydên HTS’ê re dikeve nakokiyan û peyamên ku Gulistanê şandine jî bêyî ku bixwîne jê birine.   Di lêpirsîna der barê windabûna Gulistan Doku de, îfadeyên dayika Zaînal Abakarov, Cemîle Yucer û nakokiyên navbera qeydên HTS’ê de bal kişandin. Hevdîtinên telefonê yên 4’ê Çileyê 2020’an, peyamên ji Gulistan Doku hatine şandin hatine paqijkirin û der barê ku rojekê telefona hevjînê wê Engîn Yucer girtî bû de jî Cemîle Yucer got ‘nayê bîra min’.    Hevdîtinên telefonê yên 4’ê Çileyê   Ji Cemîle Yucer qeydê HTS’ê yên 4’ê Çileyê 2020’an ku Gulistan Doku ji mala wan derketiye, Zaînal Abakarov ew biriye wargehê, saet di 22.28’an de 42 saniyeyan bi telefonê axivîne heman şevê dîsa saet di 22.51’ê de 79 saniyeyan hevdîtin hatiye kirin û piştre Engîn Yucer saet di 22.54’an de geriyaye û 11 saniyeyan axiviye hat pirsîn lê Cemîle Yucer got naveroja axaftinan nayê bîra wê.   ‘Peyamên hatin min paqij kirin’   Peyamên Gulistan Doku şandine ji Cemîle Yucer hat pirsîn û bersiva ‘Belê 4 peyam hatin. Lê min peyam venekirin. Naveroka wan nizanim. Bêyî bixwînim min paqij kir. Min got dibe Engîn li telefonê binêre wê nîqaş derkeve ji ber vê min paqij kir.’ da.   Telefona Engîn Yucer girtî li malê bûye   Her wiha ji Cemîle Yucer telefona Engîn Yucer ya ji 4’ê Çileyê 2020’an saet ji 23.05’an heta 4’ê Çileyê saet di 17.34’an de girtî bû hat pirsîn. Cemîle Yucer got Engîn Yucer wê demê li malê bûye. Cemîle Yucer ji bo pirsa çima Gulistan di 4’ê Çileyê de çûye mala wan jî bersiva nayê bîra wê da.   ‘Bi zexta amîran çû derveyê welat û hat’   Cemîle Yucer ji bo pirsa du roj piştî windabûna Gulistan Doku çima  Engîn Yucer derketiye destûra salene û evqas îdia der barê wan de heye û çima ji Dêrsîmê derketine jî bersiva ‘hevjînê min got ev der pir tevli hev dibe, komîser Ridvan gotiye bişînin derveyê welat. Bi zora wan me şand.’ da. Cemîle Yucer ji bo hemû pirsan bersivên nayê bîra min û bi nakok dan.