Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne 2026-05-28 16:17:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana Îmraliyê kir. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan silavê Ocalan ji gel re ragihand û got ku Ocalan gotiye ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne.   Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û ragihand ku  bi wesîleya Cejna Qurbanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk aniye.   Omer Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan bi wesîleya cejnê silavên xwe ji gelê me re ragihand û got ‘Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne, cejna gelê me pîroz dikim’.”