AYM dê der barê mafê nefeqeyê de biryar bide 2026-06-02 13:35:04   NAVENDA NÛÇEYAN -Dadgeha Destûrî dê di civîna xwe ya 4’ê Hezîranê de daxwaza betalkirina qanûna dayîna ‘nefeqya bêdawî’ di dozên hevberdanê de binirxîne û li ser esasê wê biryar bide.   Di dozeke hevberdanê de, 12’emîn Dadgeha Malbatê ya Antalyayê gihîşt wê encamê ku madeya Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê ya ku dayîna nefeqeya bêdawî ne li gorî destûrê ye û serî li Dadgeha Destûrî hat dayîn.   Di serlêdana îtirazê de daxwaza betalkirina hevoka ‘...bêdawî...’ di benda yekem a madeya 175’an a Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê ya Hejmar 4721 de, bi sernavê ‘Nefeqeya xizaniyê’ ku dibêje: “Aliyê ji ber hevberdanê dê xizan bibe, bi şertê ku sûcê wî/wê girantir nebe, dikare ji aliyê din ji bo debara xwe, li gorî kapasîteya darayî ya aliyê din, ji bo demek bêdawî, nefeqeyê bixwaze.” kir.   Ev îtiraza 12’emîn a Dadgeha Malbatê ya Antalyayê wê di civîna Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrî de roja Pêncşemê 4’ê Hezîranê were nirxandin.   Di 2012’an de hat redkirin   Heman serlêdan berê ji li Dadgeha Destûrî hatibû kirin lê belê Dadgeha Bilind di sala 2012’an de daxwaza betalkirina sererastkirina ‘nefeqeya bêdawî’ red kir. Di hincetê de wiha hat gotin: “Di qurala mijara îtirazê de ku hat sererastkirin de hevjînê din divê bêyî sînorkirinek demê, heta şert hebin, nefeqeyê bide hevjîn ku ji ber hevberdanê xizan dibe û bêguman ev mecbûrî wekî pêdiviyek a rêgeza dewletek hiqûqê ya civakî bi cih bîne.”   Peyva ‘bêdawî’ ku di heman quralê de cih digre, di sala 2015’an de careke din li ber Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê dadgeheke din ve, bir 5’emîn Dadgeha Malbatê ya Enqereyê, serlêdan li gorî xala 152’an a Destûra Bingehîn û benda yekem a xala 41’an a Qanûna Hejmar 6216  ku dibêje: “Tu serlêdanek ku îdia dike ku bendek qanûnî ne li gorî destûrê ye, heta 10 sal ji weşandina biryara dadgehê ya li ser bingeha dozê di Rojnameya Fermî de derbas nebe nayê kirin” hatibû redkirin.